22:31 27 Gulan 2018
Saziya Ewlekariya Netewî ya Amerîkayê (NSA)

Li nêzî baregeha leşkerî ya Amerîkayê êrişa çekdarî: 3 kes birîndar bûn

© AFP 2018 / Saul Loeb
Amerîka
Lînkê kurt
0 0 0

Li nêzî Saziya Ewlekariya Netewî ya Amerîkayê (NSA) ya li eyaleta Marylandê denge çekan bilind bû. Kesekî 3 kes birîndar kirin. Êrişkar hate desteserkirin.

Li gorî nûçeya ABCê li kêleka navenda NSAyê (Fort Maede) kesekî 3 kes birîndar kirin.

Êrişkar hate desteserkirin. Derbarê mijarê de lêpirsîn hat vekirin.

Ofîsa Lêpirsîna Federal (FBI) daxuyaniyek da û got tîmên wezîfedar bo herêmê hatin hinartin.

 

NSA: BÛYER HATE KONTROLKIRIN

Berdevkê NSAyê ji çapemeniyê re axivî û diyar kir ku bûyer hatiye kontrolkirin

DERBARÊ MIJARÊ DE TRUMP HATE AGAHDARKIRIN

Koşka spî ragihand ku derbarê mijarê de Serokê Amerîkayê Donald Trump hate agahdarkirin.

 

Bi heman mijarî:

NSA: Li ser Rûsyayê bandor li hejmartina dengan kiriye, tu agahî tune ye
Heger Almanya lîsta çavdêriyên NSA belavbike, Obama di samîta G7 de beşdarnabe
Etîketan:
birîndar, êrîşa çekdarî, êriş, Maryland, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de