18:03 22 Sibat 2018
Zindî
    Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert

    Amerîka ji bo Efrînê: Em dixwazin bi Tirkiyeyê re li ser çareseriyekê biaxivin

    © AP Photo/ Alex Brandon
    Amerîka
    Lînkê kurt
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (378)
    0 0 0

    Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauertê di civîna rojnamevaniyê ya duh de diyar kir ku "nîgeraniyên Tirkiyeyê fêm dikin" û dixwazin bi Tirkiyeyê re li ser çareseriyekê biaxivin ku her kesî razî bike."

    Rojava
    © AFP 2018/ DELIL SOULEIMAN
    Nauertê li ser operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê wiha got: "Wezîrê Derve Tillerson diçe Tirkiyeyê û dê li wir hinek civînan bi hevkarên me re pêk werin. Me derbarê zêdekirina tundûtûjiyê li Sûriyeyê de çend civînên payebilind li gel Hikûmeta Tirkiyeyê pêk anîn, nexasim li Efrînê ku di vê navberê de em li wir naxebitin lê dîsa jî ji me re cihê nîgeraniyê ye. Ez wiha bawer dikim ku Wezîrê Derve (Yê Amerîkayê Rex Tillerson) derbarê nîgeraniyên me û yên wan jî yên gelekî meşrû de bi Serokkomar(yê Tirkiyeyê) Erdoganî re gelekî zelal bû. Em fêm dikin ku hevalbendê me yê NATOyê, Tirkiye, xwedan nîgeraniyên ewlekariyê yên meşrû li hinek herêmên Sûriyeyê ye. Em wî tiştî fêm dikin; em dixwazin ku bikarin derbarê wan de biaxivin bê gelo çareseriyeke çawa dê bi kêrî wan were, ne tenê bi kêrî wan were lê bi kêrî ew ên li Sûriyeyê, bi kêrî Amerîka û yên din jî were."

    Di berdewamiyê de, Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauertê got: "Ew herêmê ji birêveberî û hikûmeta Amerîkayê re cihê nîgeraniyeke kûr e. Teqez em naxwazin bibînin ku tundûtûjî ji vê zêdetir bibe. Em bi baldariyeke zêdee vî tiştî dişopînin."

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (378)

    Bi heman mijarî:

    'Têkiliyên me û Tirkiyeyê di qonaxek nebaş de ye'
    Misirê hişyarî da Tirkiyeyê: Lawazkirina serweriya me nayê qebûlkirin
    Rûsya: Tirkiyeyê hîn xalên çavdêriyê çênekirine
    Rûsya: Hevdîtinên me ji bo enkaza balafira me bi Tirkiyeyê re dewam dike
    Etîketan:
    Rex Tillerson, Heather Nauert, Sûriye, Tirkiye, Efrîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de