21:38 22 Sibat 2018
Zindî
    Leşkerên Îranê

    Amerîka: Divê Îran hêzên xwe yên li Iraq, Sûriye, Yemen û Libnanê vekişîne

    © REUTERS/ MORTEZA NIKOUBAZL
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 10

    Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson di axaftina xwe de ragihand ku hetanî Iraq û Sûriye ji tehdîdan safî nebin em ê hebûna xwe bidomînin.

    Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson di axaftina xwe ya televîzyona El Hurra de got: "Hetanî Iraq û Sûriye ji tehdîdan safî nebin em ê hebûna xwe bidomînin. Divê Îran hêzên xwe ji Iraq, Sûriye, Yemen û Libnanê vekişîne. Hebûna Îranê li wan welatan dibe sedema bêaramiyê."

    Rex Tillerson di berdewamiya axaftina xwe de behsa hebûna hêzên amerîkî li Iraqê jî kir û got: "Em ê vê mijarê bi hikûmeta Heyder Ebadî re binirxînin. Jixwe Ebadî jî dibêje milîtanên DAIŞê hê jî ji bo Iraqê tehdîd in. Hetanî Iraq ji tehdîdan safî nebe em ê li wir bimînin."

    Tillerson di dirêjiya axaftina xwe de got: "Hebûna hêzên îranî li Iraq, Sûriye, Yemen û li Libnanê wê aramiyê neyîne. Me ji Tehranê daxwaz kir ku hêzên xwe vekşîne. Em tehdîdên Hizbullahê li Libnan û Sûriyeyê bo Îsraîlê cidî digrin. Lewma hetanî Sûriye ji DAIŞê neyê paqijkirin em ê li wir bimînin."

    Bi heman mijarî:

    Wezîrê Îsraîlê: ‘Sûriye piştgiriya Îranê bike, wê Esad û Artêşa wî brînek mezin bistîne'
    Peskov: Berovajî Tirkiye û Îranê, Amerîka piştgiriya pêwîst nade
    Cibûrî: Şandina petrola Kerkûkê bo Îranê vê mehê dê dest pê bike
    Rûhanî: Bi alîkariya Îranê polîtîkayên parçekirinê hatin têkdan
    Îsraîl: Me li 12 hedefên Sûriyeyê û Îranê da
    Etîketan:
    Wezîrê Derve yê Amerîkayê, Rex Tillerson, Îran, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de