04:38 19 Sibat 2018
Zindî
    Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert

    Amerîkayê bersiv da gotina, ‘We şimaqa Osmaniyan nexwariye’

    © AFP 2018/ Mandel Ngan
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert di civîna rojane ya ku rojev nirxand de, bersiv da pirsa rojnamevanekî ya li ser gotinên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ku li ser hatina Minbicê ya fermandarên amerîkî gotibû, ‘Wan hîn şimaqa Osmaniyan nexwariye.”

    Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê li ser pirsê keniya û got, "Komîk' e. Piştî vê bersivê jî li gor ragihandina rojnamevanên li salona daxuyaniyê, hemû kesên li wê derê bûn bi deng keniyan e.

    Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan piştî serdana şandeya leşkerî bo bajarê Minbicê û hevdîtina fermandarê payebilind ê amerîkî Paul E. Funk bi Hêzên Sûriya Demokratîk re ku li wir qesta Tirkiyê kiribû û gotibû, "Ger hûn êrîş bikin, em dê bi awayê agresîf bersivê bidin" gotibû, "Pir eşkere ye ku di emrê xwe de şimaqa Osmanî nexwarine."

    Bi heman mijarî:

    Pentagon: Me ji bo xweparastina meşrû tanka Sûriyê ruxand
    Macron: Ger bê îsbatkirin ku çekên kîmyewî hatine bikaranîn em ê êrîşî Sûriyê bikin
    Îstixbarata Amerîkayê: Muxalefeta Sûriyê êdî ne xwedî wê hêza ku Esad bide erdê ye
    Li Amedê êrîşî xala polîsan kirin
    Hikûmeta Kurdistanê îstifaya 3 wezîrên Yekgirtûyê qebûl kir
    Wezîrê hollandî yê ku li ser hevdîtina bi Pûtîn re derew kiribû, îstifa kir
    Etîketan:
    Tirkiye, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de