10:24 23 Nîsan 2018
    Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson

    Tillerson: Em endîşeyên ewlehî yên Tirkiyeyê fêhm dikin

    © REUTERS / Joe Skipper
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson berî serdana Enqereyê li Urdinê ji bo pêşveçûnên li Sûriyeyê got: "Em endîşeyên ewlehî yên Tirkiyeyê fêhm dikin."

    Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson di axaftina xwe de got: "Li herêmê bi dawîbûna operasyonên leşkerî nayê wateya ku DAIŞê ji aliyê Amerîka û hevalbendên wê ve bi temamî hatine têk birin."

    ‘200 MILYON DOLAR ALÎKARÎ JI BO SÛRIYEYÊ'

    Rex Tillerson di berdewamiya axaftina xwe de got: "Herwiha Washîngton ji bo li herêmên rizgarbûyî yên Sûriyeyê bikar bîne biryar da ku 200 milyon dolar alîkarî bike. Heta niha li herêmê ji sedî 98 xak ji destê rêxistina terorîst a DAIŞê hatiye deranîn."

    Tê pêşbînîkirin ku Rex Tillerson roja pençşemê di serdana xwe ya Tirkiyeyê de bi Serokomar Recep Tayyip Erdogan re hevdîtineke dualî pêk bîne.

    Bi heman mijarî:

    Mijarên di rojeva Tillerson de 'Efrîn û mafê mirovan e'
    ‘Tillerson di serdana Enqereyê de dê bixwaze ku demildest dawî li operasyona Efrînê were'
    Tillerson û şêwirmendê ewlehiya Amerîkayê serdana Tirkiyeyê dikin
    Çavuşoglu û Tillerson li ser Efrînê peyivîn
    Barzanî li ser civîna xwe yê bi Ebadî û Tillerson re de daxuyanî da
    Etîketan:
    Wezîrê Derve yê Amerîkayê, Rex Tillerson, Tirkiye, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de