08:48 23 Nîsan 2018
    hsd-qsd-hsdê

    Pentagonê ji budçeya 2019an 550 milyon dolar bo YPG/HSDê terxan kir

    © AFP 2018 / DELIL SOULEIMAN
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 50

    Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) ji budçeya sala 2019an, 550 milyon dolar ji bo Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD/QSD) ku li Sûriyê li dijî DAIŞê bi wan re kar dike, terxan kir.

    Hat ragihandin ku Pentagonê ji nav budçeya xwe ya sala 2019an ji bo rahênan û biçekkirina HSDê 300 milyon dolar û ji bo avakirina hêzên parastina sînorî jî 250 milyon terxan kiriye.

    Herwiha hat diyarkirin ku Pentagonê ji bo modernîzasyona beşên bejahî, hewayî û deryavanî yên sîstemên nukleerî jî 24 milyar dolar budçe hatiye terxankirin.

    Hêjayî gotinê ye, bi sedema alîkariyên Amerîkayê yên bo hêzên kurdî li Sûriyê, têkiliyên Amerîka-Tirkiyê ketine rewşeke aloz.

    Bi heman mijarî:

    Wezîrê Derve yê Fransayê li Hewlêrê ye
    Li Pira Bogaziçi ya Senbolê çalakiyek hat lidarxistin, bo demekê çûnûhatin rawestiya
    Wezareta Derve ya Rûsyayê ji bo bûyerên li Tirkiyeyê welatiyên xwe hişyar kirin
    Navenda Ragihandinê ya HSDê, encama operasyona Efrînê bi raya giştî re parve kir
    Gundiyan bi dorê bi qamçiyan li rayedarekî hikûmetê xist
    Dansoza ku ji ber ‘seksîbûna zêde' hatibû desteserkirin, hat berdan
    Etîketan:
    Amerîka, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de