17:08 24 Nîsan 2018
    Qesra Spî

    Amerîka li ser piştgiriya Îsraîlê berdewam e: Hevalbenda me yê dilsoz e

    © Sputnik /
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Piştgiriya Amerîkayê ji Îsraîlê re berdewam dike. Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauertê ragihand ku "piştgiriyeke xurt didin mafê Îsraîlê yê xweparastinê. Herwiha Qesra Spî jî ragihand ku "Îsraîl hevalbendê dilsoz ê Amerîkayê ye. Em piştgiriyê didin mafê Îsraîlê".

    Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauertê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku "Amerîka îro ji ber zêdebûna rageşiyê li ser sînorê Îsraîlê, gelekî nîgeran e û piştgiriyeke xurt dide mafê Îsraîlê yê parastina xwe û serweriya xwe."

    "PROJEYÊN ÎRANÊ HEMÛ GELÊ HERÊMÊ DIXIN METIRSIYÊ"

    Herwiha di daxuyaniyê de wiha hat gotin: Zêdekirina metirsdariyê ya bi zanebûn a Îranê, projeyên wê yên belavkirina serdestiya xwe ji Yemen heta Libnanê, tevahiya gelê herêmê dixe metirsiyê. Amerîka dê li ser têkşkandina helwesta Îranê ya ku aştî û istqrarê têk dibe û hemû xebatên wê yên xebîs ên li herêmê berdewam be.

    QESRA SPÎ JÎ PIŞTGIRÎ DA ÎSRAÎLÊ

    Herwiha berdekiya Qesra Spî jî daxuyaniyeke nivîskî da û tê de piştgiriya xwe ji Îsraîlê re ragihand.

    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: Îsraîl hevalbenda dilsoz ê Amerîkayê ye. Em piştgiriyê didin mafê Îsraîlê ku xwe li dijî Sûriyeya Îranê piştgiriya wê dike û milîsên li başûrê Sûriyeyê biparêze. Em bangî Îran dikin ku dawiyê li çalakiyên xwe yên provokatîv bîne û xebatê ji bi aştiya herêmî bike.

    Bi heman mijarî:

    Sûriyeyê ji bo operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê daxuyaniyek da
    Rûsyayê: Me û Norwêc ji bo Sûriyeyê gotûbêj kirin
    Li Sûriyeyê balafireke Rûsyayê hat xistin: Pîlot jiyana xwe ji dest da
    Îstîxbarata alman bi Amerîkayê re li Iraq û Sûriyeyê tevlî operasyonên veşartî dibe
    Hamit Bozarslan: Siyaseta Tirkiyeyê ya Sûriyeyê îflas kiriye
    De Mistura: Hêvîdar im ku li Cenevreyê makeqanûna nû ya Sûriyeyê were gotûbêjkirin
    Bloomberg: Li Sûriyeyê ihtîmala şerê Tirkiye û Amerîkayê zêde dibe
    Etîketan:
    Heather Nauert, îRAN, Îran, Sûriye, Îsraîl, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de