06:29 27 Gulan 2018
Amerîka - Ala Amerîkayê

Ji ber ku alîkarî daye DAIŞê ji şirketeke tirk re biryara mueyideyê hat dayîn

© Sputnik / Natalya Seleverstova
Amerîka
Lînkê kurt
0 0 0

Amerîkayê ji ber ku alikarî dane rêxistine terorê DAIŞê, ji sê şirketan biryara mueyideyê da. Yek ji wan şirketan jî şirketek tirk e.

Li gor nûçeya Reutersê şirketek ku karê amûrên cereyanê dike û li ser navê şexsekî bi navê ‘Yunus Emre Sakarya' hatiye avakirin, ji DAIŞê re techîzatên Navgînên Hewayî yên Bêmirov (NHB) tedarîk dike. Piştî tesbîtkirina vî sûcî Wezareta Xezîneyê yê Amerîkayê ji şirketê biryara mueyîdeyê da.

Di daxuyaniya ku di malpera wezaretê de cih girtiye de ev îfade cih girtin: Sakarya ji sala 2015an vir de, di karê bidestxistina alavên (NHB) ji bo DAIŞê navbeynkarî kiriye. Bi taybetî jî di sala 2016an de, bi bihayê 500 hezar dolar amûrên NHByan gîhandiye DAIŞê.

Bi heman mijarî:

Amerîkayê 'raporta Kremlinê' a rûsên ku dibe mueyide li wan bên sepandin weşand
Serokên DYA û YEyê xwestin ku ji bo hevalbendên Esad mueyide bên lidarxistin
Amerîka ji ber çalakiyên Koreya Bakur mueyîde danî ser Rûsya û Çînê
Etîketan:
şerîket, mueyîde, Tirk, amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de