15:29 21 Gulan 2018
    Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson

    ‘Tillerson di serdana Enqereyê de dê bixwaze ku demildest dawî li operasyona Efrînê were'

    © REUTERS / Joe Skipper
    Amerîka
    Lînkê kurt
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (526)
    0 70

    Tê payîn ku nava heftiya bê Wezîrê Karên Derve ya Amerikayê Rex Tillerson serdana Tirkiyeyê bike. Li gorî rayedaran Tillerson di serdana xwe ya Enqereyê de dê bixwaze ku demildest dawî li operasyona Efrînê were.

    Di navbera Amerîka û Tirkiyeyê de bi sedema operasyona li dijî Efrînê rakêşî zêde dibe. Tê payîn ku şêwirmendê Ewlekariyê Netewî ya Amerîkayê H. R. McMaster dawiyê hefteyê, Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson nava hefteyê serdana Tirkiyeyê bikin. Rayedarên Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ku ne xwestin navê wan bê eşkerekirin ragihandin ku Tillerson di serdana xwe ya Enqerê de ji bo operasyona Efrînê dê bangewaziya îtîdalê bike.

    Wan rayedaran diyar kir ku Tillerson dê behsa çawaniya bidawîkirina operasyona Efrînê di nêzîktirîn demê de bike.

    Herwiha heman rayedaran got, ‘di dema ku têkiliyên navbera Enqere û Washingtonê de zexm derbas dibin, dê ev serdan zehmet derbas bibe. 'û diyar kirin ku dê ev peyam were dayîn: ‘‘Tillerson di serdana xwe ya Enqereyê de dê bixwaze ku demildest dawî li operasyona Efrînê were'

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (526)
    Etîketan:
    Têkiliyên Amerîka û Tirkiyeyê, Tillerson, Washington, Enqere
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de