07:58 20 Nîsan 2018
    Amerîka - Ala Amerîkayê

    Di navbera Amerîka û Tirkiyeyê de kêşeyeke nû rûdide

    © Sputnik / Natalya Seleverstova
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê diyar kir ku ew ji zindanîkirina welatiyê wan Serkan Golge yê ku bi girtî tê darizandin, bi fikar in. Di daxuyaniyê dehat gotin, "Ewlehiya welatiyên Amerîka yên li Tirkiyeyê hêj jî ji bo me sedema endîşeyê ye."

    Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Heather Nauert anî ziman ku ew ji ber rewşa hemwelatiyê wan Serkan Golge yê ku di 8ê Sibatê de bi hinceta endamtiya terorê hat mehkûmkirin, bifikar in û got, ew ê him doza Golge him jî doza welatiyên din ên Amerîkayê bişopînin.

    Nauert derbirî ku darizandina welatiyên Amerîkayê ya di bin mercên OHALê de dibe sedem ku ew li ser rêzgirtina serxwebûnê ya daraza tirk, mafên yasayî û mafê darizandina adil bi endişe bin.

    Berdevka Wezareta Karên Amerîkayê Nauert got, "Ewlehiya welatiyên Amerîkayê yên diçin Tirkiyeyê an jî li Tirkiyeyê dijîn, ji bo me hêj jî sedema endîşeyê ye". Nauert bang bidawîkirina OHALê kir.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Alîkariya Amerîkayê ya bo HSDê rakeşiya Efrînê zêde dike
    Erdogan: Hebûna Amerîkayê li Sûriyeyê li dijî Tirkiye Rûsya û Îranê ye
    Zaxarova: Hebûna leşkerî ya Amerîkayê li Sûriyeyê gef e li ser yekrêziya xaka Sûriyeyê
    Haşdî Şabî gef li Amerîkayê xwar: Eger hûn ji Iraqê derneyên emê bi we re şer bikin
    Tillerson û şêwirmendê ewlehiya Amerîkayê serdana Tirkiyeyê dikin
    Etîketan:
    krîz, Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê, Heather Nauert, Tirkiye, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de