10:28 23 Nîsan 2018
    Alaya Yekineyên Parastina Jin (YPJ) li kolana navendî ya li Efrînê.

    Washington Post: Destberdana ji kurdan şaşî ye lê...

    © Sputnik / Mikhail Alaeddin
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 10

    Nivîskarê The Washington Postê David Ignatius ji bajarê Minbicê derbarê rewşa Sûriyeyê û aloziyên li wir de nivîsî û diyar kir ku "destberdana ji kurdan, dê şaşiyeke gelekî xerab be" û got ku êdî şer ber bi dawî ve tê û pêwîstî bi dîplomasiyeke birijd heye.

    Niştecîyên Efrînê ji ber bombebarana balafir û topavêjên tirk li şikeftan star dibin.
    © Sputnik / Mikhail Alaeddin
    Ignatius di nivîsa xwe de balê dikişîne ser eniyên şerî yên zêde li Sûriyeyê ku Tirkiye li dijî Efrînê operasyonê pêk tîne, duh Amerîkayê li Dêra Zorê li hêzên girêdayî Artêşa Sûriyeyê xist û gefên Tirkiyeyê li ser Minbicê û dibêje: Dersa roja çarşemê li herdu eniyan jî ew bû ku ev qada şerî gelekî qerebalix e û ber bi pevçûnên berfirehtir ve diçe."

    Herwiha nivîskar di berdewamiya nivîsa xwe de wiha dibêje: Tekane hevalbendê ku li Sûriyeyê kar pê re were kirin, kurd bûn ku navê Hêzên Sûriyeya Demokratîk li xwe kiribû. Tirkiye gelekî hêrs bû. Komên kurd wek terorîst dinase. Lê Enqereyê qet ji bo jinavbirina DAIŞê ti alternatîveke pêbawer pêşkêş nekir û di encamê de Amerîkayê ev kar kir."

    AMERÎKA ÇAWA DIKARE VÊ ALOZIYÊ ÇARESER BIKE?

    Ignatius paşê dipirse bê gelo Amerîka çawa dikare vê aloziyê çareser bike û wiha dibêje: "Li gorî Fermandarê hêzên Amerîkayê li Iraq û Sûriyeyê Paul Funk, pêwîstiya Amerîkayê bi diyalogê heye û divê zûka rageşiyê kêm bike."

    Funk hişyar dike û dibêje: "Têkoşîna li dijî DAIŞê qels dibe û ev sistî derfetê dide DAIŞiyan ku birevin Tirkiyeyê û paşê ji wir jî biçin Ewropayê."

    "PÊWÎSTÎ BI DÎPLOMASIYEKE BIRIJD HEYE"

    Nivîskar teqez dike ku pêngava bê, divê dîplomasî be û wiha dewam dike: Şêwirmendê Elwekariya Neteweyî ya Amerîkayê H.R. McMaster hefteya bê dê serdana Enqereyê bike ku ev tiştekî dilxweşker e. Dikare ku ji bo vê qeyrana li gel Tirkiyeyê bi aqilane tevbigere û wê bike fersend. Dibe muzakereyên wiha bide destpêkirin ku berjewnediyên Amerîka û Tirkiyeyê careke din li hev bîne."

    "KURD HEVPARÊ WÊREK Ê AMERÎKAYÊ BÛN LÊ…"

    Di dawiyê de nivîskar dibêje: Dibe ku kurdên sûrî  hevparê Amerîkayê yê wêrek bin lê hevparekî zehmet bûn. Destberdana ji wan, dê şaşiyeke xerab be lê dîsa jî divê destûr neyê dan ku pevçûneke pir-serî çêbibe. Artêşa Amerîkayê karê xwe li Sûriyeyê bi dawî kir. Niha dema dîplomasiyeke birijd e."

    Bi heman mijarî:

    Zaxarova: Welatên Rojava bi yekîtiya Sûriyeyê re eleqedar nabin
    ‘Li Soçiyê komîsyona ji bo destûra bingehîn a Sûriyeyê tê avakirin'
    ‘Amerîkî dixwazin Sûriyeyê ji rojhilatê Firatê perçe bikin'
    Kongreya Diyalogê ya Nîştimaniya Sûriyeyê li Soçiyê destpê kir
    ‘Kurdên Sûriyeyê bo Efrînê ji DYAyê alîkariyê dixwazin'
    Etîketan:
    Dêra Zor, Sûriye, Tirkiye, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de