17:16 25 Nîsan 2018
    Leşkerê Amerîkayê li Sûriyê

    Amerîka: Em ne ji bo perçekirina Sûriyeyê li wir in

    © AP Photo / Arab 24 network
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 20

    Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert di civîna xwe ya çapemeniyê de ragihand ku "tekane armanca wan li Sûriyeyê têkbirina DAIŞê ye" û ne ji bo perçekirina Sûriyeyê li wir in.

    Nauertê duh civîneke ya çapemeniyê li dar xist û bersiva pirsyaran da.

    Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova duh ragihandibû ku hebûna leşkerên Amerîkayê li Sûriyeyê gef e li ser yekrêzî xaka Sûriyeyê û pêvajoya aştiyê ye li Sûriyeyê.

    Li ser vê yekê pirsyar hat kirin bê gelo Amerîka plan dike ku Sûriyeyê perçe bike yan na. Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert diyar kir ku armanca wan a perçekirina Sûriyeyê tine.

    Nauert wiha axifî: "Amerîka li wê derê ye da ku DAIŞê têk bibe. Ez wiha difikirim ku her kes vî tiştî dizane. Her kes dizane bê çiqas xerabî hat serê wî welatî. Amerîka li wê derê ye da ku DAIŞê têk bibe û ti armanceke wê ya din tine.Herwiha em li wir in da ku welatî biistiqrar bibe û di pêvajoya Cenevê re derbas bibe û hilbijartinan pêk bîne û biryara xwe bide bê di paşeroja xwe de çi bike."

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Stratejiya Amerîkayê ya nû li Sûriyeyê, armanc dike ku welat perçe bibe
    Zaxarova: Welatên Rojava bi yekîtiya Sûriyeyê re eleqedar nabin
    ‘Li Soçiyê komîsyona ji bo destûra bingehîn a Sûriyeyê tê avakirin'
    Kongreya Diyalogê ya Nîştimaniya Sûriyeyê li Soçiyê destpê kir
    ‘Kurdên Sûriyeyê bo Efrînê ji DYAyê alîkariyê dixwazin'
    Sûriyeyê ji bo operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê daxuyaniyek da
    Etîketan:
    Heather Nauert, Rûsya, Amerîka, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de