04:13 20 Nîsan 2018
    George W. Bush

    Bush: Pûtîn dixwaze hêzbûna Sovyetê dîsa bi dest bixe

    © REUTERS / Courtesy Milken Institute
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Amerîkayê yê berê George W. Bush di axaftina xwe de Rûsya bi mudaxeleya hilbijartina Amerîkayê sûcdar kir û îdîa kir ku Pûtîn dixwaze hêzbûna Sovyetê dîsa bi dest bixe.

    Serokê Amerîkayê yê berê George W. Bush li Abu Dabiyê di axaftina xwe ya konferansa navenda lêkolînên zanistî ya Milken Instituteyê de Rûsya bi mudaxeleya hilbijartina Amerîkayê sûcdar kir û îdîa kir ku Pûtîn dixwaze hêzbûna Sovyetê dîsa bi dest bixe.

    George W. Bush di axaftina xwe de got: "Delîlên eşkere hene ku Rûsyayê mudaxeleya hilbijartina Amerîkayê kiriye, lê mudaxele encamekî çawa li hilbijartinan kir nizanim. Pirsgirêkeke mezin e ku dewleteke biyanî mudaxeleya hilbijartinên me bike. Çalekiyên Moskowayê ji bo demokrasiye talûke ne."

    Bush di berdewamiya axaftina xwe de ji bo Pûtîn got: "Pûtîn kesekî bikêr hatiye û qelsiyan zû tespît dike. Pûtîn ji belavbûna Yekîtiya Sovyetê aciz e, lewma dixwaze dîsa hêzbûna Sovyetê ava bike."

    Bi heman mijarî:

    Serokê berê Bush polîtîkaya rexne li Trump kir
    Serokê Amerîkayê yê berê Bush rakirin nexweşxaneyê
    Bush: Her diçe Rûsya bi hêz dibe û Amerîka jî winda dike
    WikiLeaksê gendeliya rêvebiriya Bush û Obama derxist holê
    Etîketan:
    Serokê Amerîkayê yê berê, George W. Bush, Rûsya, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de