14:54 19 Sibat 2018
Zindî
    fermandarê amerîkî Paul E. Funk

    Fermandarê amerîkî: 'Em ji Minbiçê venakêşin'

    © AP Photo/ Susannah George
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 20

    Fermandarê hevpeymana navdewletî ya dijî DAIŞê ku Amerîka pêşengiya wê dike, Paul E. Funk ragihand ku tevî îtîrazên Tirkiyeyê dê li Minbiçê bimînin û bi armanca têkoşîna li dijî DAIŞê li herêmê ne û dê piştgiriya wan ya ji bo HSDê jî wê bidome e.

    Li gor nûçeya Associated Pressê (AP) Fermandarê hevpeymana dijî DAIŞê yê DYAê Paul E. Funk di derbarê serdana xwe yê Meclîsa Leşkerî ya Minbiçê de bersiva pirsen rojnamevanan da. Funk li ser hebûna leşkerên amerîkî li Minbiçê û HSDê wiha got: "Armanca Amerîkayê kêmkirina rakêşiya herêmê ye. Wexta ku ti kes nikarîbûn biketana Reqayê wan Reqa rizgarkir û bi ya min li ser maseyê sandalyekê bi HSDê da qezençkirin. Em bi armanca têkoşîna li dijî DAIŞê li herêmê ne."

    Wekî ku tê zanîn piştî ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di sala 2016an de Minbiç ji DAIŞê rizgarkiribûn DYAyê leşkerên xwe li herêmê bi cih kiribûn. Lê piştî operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê û daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ku gotibû di rêzê de Minbiç heye, rakêşiya navbera herdu dewletan zêde kiribû. Her wiha Fermandarê Hêzên Navendî ya DYAyê (CENTCOM) Joseph Votel jî ragihandibû ku 'em leşkerên xwe ji Minbiça ku li bakurê Sûriyeyê xwedî cihekî stratejîk e venakêşin.'

    Her wiha di serdana Minbiçê de rojnamevanekî ji fermandarê amerîkî Funk re pirsî, gelo ji gefxwarinên Tirkiyeyê ditirse an na, Funk wiha bersiv da: " Ez ne bi endişe me, kare min tenê têkoşîn e."

    Bi heman mijarî:

    Wall Street Journal: Dibe HSD ji ber operasyona Efrînê hilweşîne
    HSD: Şêxorze ji destê Artêşa Tirkiyeyê hat derxistin
    'HSD jî li hemberî hemleyên Tirkiyeyê hemleyan dike'
    HSD: Li gundê Bokî 15 leşker hatin kuştin
    Etîketan:
    Minbiç, şer, Efrîn, Paul E. Funk, DAY
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de