11:40 22 Sibat 2018
Zindî
    balafirên Hevpeymana navdewletî ya li dijî DAIŞê

    Pentagon: Balafirên hevpeymaniyê li hêzên hikûmeta Sûriyê yên li HSDê dabûn xistin

    © AFP 2018
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku balafirên hevpeymaniyê li rojhilatê Firatê hêzên girêdayî hikûmeta Sûriyê yên ku êrîşî baregeha Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) kiribûn, bombardiman kiriye.

    Di daxuyaniya Hêza Yekgirtî ya Erka Biryardariya Operasyonên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê de hat gotin, hêzên hikûmeta Sûriyê yên êrîşî bingeha leşkerî ya HSDê kirine, bi balafirên hevpeymaniyê hatine bombardiman kirin.

    Hat ragihandin ku êrîşa ser hêzên hikûmeta Sûriyê li 8 kîlometran rojavayê çemê Firatê rû daye û li dijî hêza ku êrîşî bingeha HSDê kiriye hatiye kirin.

    Li gor daxuyaniyê dema êrîşî bingeha HSDê hatiye kirin, leşkerên hevpeymaniyê jî li wê derê bûne û ti rewşeke halan têdanê çênebûye.

    Di daxuyaniya ku têkoşîna li dijî DAIŞê ya li naverasta newala Firatê hat bibîrxistin de derbarê êrîşa hewayî de wiha hat gotin: "Êrîş bi mebesta parastina hevpeymaniyê, şirîkên hevpeymaniyê û leşkerên wê; di çarçoveya misyona dijî DAIŞê ya hevpeymaniyê de li dijî êrîşkaran hatiye kirin."

    Bi heman mijarî:

    Lavrov: Rojavayiyan delîlên ku werzîşvanên rûsî dopîng bikaranîne nedan
    Rûsya: Li gor amarên destpêkê balafira rûsî bi 'igla' hatiye xistin
    Parlamentarê Kurd ê Sûriyê: Hikûmeta Sûriyê alîkariya çekan ji bo Efrînê dide YPGê
    Ebadî bi wezîrê hikûmeta Sûriyê re civiya
    Heşda Şeibî li ser operasyona Duzxurmatûyê daxuyanî da
    Etîketan:
    balafirên şerî yên Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê, Sûriye, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de