04:19 20 Nîsan 2018
    minbic-şer

    Ji Pentagonê daxuyaniya vekişandina Minbicê

    © REUTERS/ RODI SAID
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 60

    Berdevkê Wezareta Parastin a Amerîkayê (Pentagon) Eric Pahon ji bo vekişandina hêzên amerîkî ji Minbicê got: "Ti planeke me ku em ji Mibicê vekişin tineye."

    Berdevkê Wezareta Parastin a Amerîkayê (Pentagon) Eric Pahon bersive pirsên Cansu Çamlibela rojnameya Hurriyetê dan. Pahon got: "Ti planeke me ku em ji Mibicê vekişin tineye û ji bo bi hêzên tirk re şer neqewime hevdîtinên me didomin."

    Eric Pahon di berdewamiya axaftina xwe de got: "Em hêvî dikin tirk ji Efrînê derbasî Minbicê nebin. Di vê mijarê de bi rastî jî em bi endîşe ne. Ji bo ku dibe şerê dijî DAIŞê qels bike. Ev dê hemû xebata me berhewa bike. Em metirsiyên Tirkiyeyê fêhm dikin."

    Pahon di dirêjiya axaftina xwe de bersiva pirsa ‘gelo hûnê ji Minbicê vekişin eger Tirkiye êrişî HSDê bike hûnê çi bikin? da û got: "Di plana me de vekişandina ji Minbicê tineye. Tirkiye endamê NATOye û ji salên 1950î ve ti şerekî me çênebûye. Em hêvî dikin ev wiha dewam bike. Hikûmetên me di her astê de di nava pêwendiyê de ne."

    Bi heman mijarî:

    Berpirsyarê PYDê Elî: Tirkiyeyê ava Firatê birî û Kobanî û Minbic bê elektirîk man
    Amerîka: Minbic a hêlîna terorîstan hat rizgarkirin û Tirkiyê rêbertiyeke serkeftî kir
    Amerîka: Minbic berî DAIŞê ya kê bû, piştî wê jî dê ya wan be
    'YPGê Minbic radestî Meclîsa Leşkerî kir'
    Erdogan: Em ê berê xwe bidin Minbic û Reqqayê
    Etîketan:
    Berdevkê Wezareta Parastin a Amerîkayê (Pentagon), Eric Pahon, Sûriye, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de