00:59 26 Nîsan 2018
    Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Jim Mattis

    Mattis: Em li ser Minbicê bi Tirkiyê re axivîn, lê nabe naverokê eşkere bikim

    © REUTERS / Jonathan Ernst
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Jim Mattis ragihand ku ew bi Tirkiyeyê li ser Minbicê bi Tirkiyê re axivîn, lê nabe naverokê eşkere bikim.

    Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Jim Mattis diyar kir ku bi Tirkiyeyê re li ser mijara Efrînê axiîbe û danûstendinan dikin lê dirist nîn e ku ez hûrgiliyên wê eşkere bikim.

    Demek berê berdevkê Pentagonê Eric Pahon eşkere kiribû li Minbicê destkeftiyên li hember DAIŞê naxwazin wendahiyan bidin û ji ber rewşa heyî ya Efrînê nîgeran in.

    Herwiha Berdevkê Wezareta Parastinê yê Amerîkayê (Pentagon) Adrian Galloway di axaftina xwe ya ji bo Efrînê de ragihand ku divê hemû alî sivîlan biparêzin. Galloway di dirêjiya axaftina xwe de gotibû ku, "Komên çekdar ên li Efrînê ne grûbên ku em di tekoşîna DAIŞê de hevkariyê dikin. Me piştgiriya perwerde û çekî nedaye wê grûbê. Lê li Efrînê rîska kuştin û cihguharandina sivîlan heye."

     

    Bi heman mijarî:

    Mattis: Çîn û Rûsya gefên ji terorê mezintir in
    Mattis: Em êdî çekan nedin YPGê, pêwîstiya wan bi çekan nîne
    Mattis: Dê Amerîka bi Tirkiyê re hevkariya nêzîk berdewam bike
    Etîketan:
    Daxuyanî, Jim Mattis, Minbic, Efrîn, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de