03:15 23 Nîsan 2018
    Alaya Amerîkayê

    'Amerîka amadekariyan dike ku mueyideyan li ser Tirkiyeyê bisepîne'

    © AFP 2018 / GABRIELLE LURIE
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 50

    Tê gotin ku endamên Kongreya Amerîkayê dixwazin biryara sepandina mueyideyan li ser Tirkiyeyê bidin. Li gorî vê, nîqaş tên kirin ku wezîrê dadweriyê di nav de, siyasetvan, dadwer û dozgeran têxin lîsteya mueyideyan.

    Li gorî medyaya Tirkiyeyê, tê îdîakirin ku Kongreya Amerîkayê amadekariyê dike ku mueyideyan li ser Tirkiyeyê bisepîne. Li gorî vê, kirîna S-400ê ji Rûsyayê, girtina welatiyê amerîkayê Andrew Brunson û hinek dîplomatên amerîkî wek sedem tên nîşandan û dê ji bo wê "mueyideyên bi-armanc" li ser hinek rayedarên Tirkiyeyê bisepînin.

    "WEZÎRÊ DADWERIYÊ YÊ TIRKIYEYÊ JÎ DI NAV DE YE"

    Endamên Kongreyê dê serî li Qanûna Magnitskyê bide ku "defetê dide ku malê rayedarên dewlet û hikûmetên biyanî yên ku tev li binpêkirina mafên mirovan dibin, ên li Amerîkayê bên cemidandin û geştan wan bo Amerîkayê bê astengkirin.

    Peyamnêra Hurriyetê dibêje: "Armanca Kongreyê ew e ku lîsteyekê ji wan kesan amade bike ku bûne sedema girtina Brunsonî û wê lîsteyê bişîne Wezareta Derve ya Amerîkayê. Tê gotin ku Wezîrê Dadweriyê yê Tirkiyeyê jî di nav wan navan de ye ku li Kongreyê tên nîqaşkirin."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Leşkerên Tirkiyeyê ketine çolterên Idlib û Helebê
    Çavuşoglu: Tillerson got, em naxwazin bi Tirkiyeyê re werin hemberî hev
    Sûriyeyê ji bo êrîşa li ser Efrînê got: Operasyona Tirkiyeyê dagirkerî ye
    Rûsya: Em ji bo kurdan bi Tirkiyeyê re diaxivin
    Rûsya dê helîkopterên agirkujiyê sewqî Tirkiyeyê bike
    'Divê Konseya Ewropayê diyalogê bi Rûsya û Tirkiyeyê re deyne'
    SANA: Li Meebetlê 7 sivîl di topbarana Artêşa Tirkiyeyê de hatin kuştin
    Etîketan:
    Andrew Brunson, Tirkiye, Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de