08:44 23 Nîsan 2018
    Efrîn - operasyona Tirkiyê

    ‘Şer heta 2022an wê bidome û Amerîka wê piştgiriya me bike'

    © REUTERS / Khalil Ashawi
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 22

    Nûçegîhanê rojnameya New York Timesê Rob Nordland serdana yekîneyên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) kir û birbîrxist ku, Konseya Leşkerî a Minbiçê di wê baweriyê de ye piştgiriya DYAyê wê bidome.

    Tê payin ku li gor daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan operasyona li ser Efrînê wê berfirehtir bibe û bighêje Minbiça ku leşkerên amerîkî jî lê dimînin. Li gor nivîsa BBC ya Tirkî, beriya niha şerê du muttefîkên NATOyê pêk nehatiye, lê ji ber pêwendiyên DYA û Tirkiyeyê bi salane nebaş e ne tiştekî dûr e ku neghêje qonaxa şer. Nûçegîhanê New York Timesê Rob Nordland di wê fikrê de ku heke Tirkiye li dijî hêzên kurdan yên Minbiçê operasyonekê li dar bixe û bertekê ji DYAyê bistîne wê fişarek mezin li ser NATOyê pêk were.

    Ji aliyêdin ve yek ji fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Şîar Gerde ji rojnameyê re anî ziman ku ev şer heta 2022an jî wê bidome.

    Bi heman mijarî:

    Wezîrê Parastin ê Tirkiyeyê: "Pêşengiya me Minbiç e"
    Erdogan: Em dê Efrîn û Minbicê aram bikin
    Berdevkê Hevpeymaniyê: Efrîn ne qada operasyonê ye
    Etîketan:
    Minbiç, Erdogan, NATO, Rob Nordland, DYA
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de