14:56 19 Nîsan 2018
    Artêşa Tirkiyê - Efrîn

    Berdevkê Pentagonê ji bo Efrînê got: Divê hemû alî sivîlan biparêzin

    © REUTERS /
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 20

    Berdevkê Wezareta Parastin a Amerîkayê (Pentagon) Adrian Galloway di axaftina xwe ya ji bo Efrînê de ragihand ku divê hemû alî sivîlan biparêzin.

    Berdevkê Pentagonê Adrian Galloway di bersivdayîna pirsa Nalan Koçaka rojnameya Haberturkê ya ‘gelo ihtîmale Tirkiye û Amerîka li Minbicê werin beramberî hev' de got: "Ji bo çareseriya pirsgirêkan bi Tirkiyeyê re di her astê de em xebatê dikin. Em metirsiyên ewlehî yên Tirkiyeyê fêhm dikin, lê em naxwazin tekoşîna dijî DAIŞê jî qels bibe. Ev pirsgirêk bi hevkariya dualî çareser dibe. Em ligel hevalbendê xwe yê NATOyê ne û muzakereyên me bi Tirkiyeyê wê bidomin."

    Adrian Galloway di berdewamiya axaftina xwe ya ji bo operasyona leşkerî ya li hemberî Efrînê de got: "Em ji ber rewşa bakur rojavayê Sûriyeyê bi endîşe ne. Em bangî hemû aliyan dikin ku tekoşîna dijî DAIŞê bidomînin û sivîlan biparêzin dikin."

    Galloway di dirêjiya axaftina xwe de got: "Grûbên çekdar ên li Efrînê ne grûbên ku em bi hevkarî tekoşîna DAIŞê dikin in. Me piştgiriya perwerde û çekî nedaye wê grûbê. Lê li Efrînê rîska kuştin û cihguharandina sivîlan heye."

    Bi heman mijarî:

    Beşikci: Efrîn Kurdistan e, dê nebe weke Kerkûkê
    Piştî Şivan Perwer Hozan Birader jî ji bo Efrînê stran got: Ez Efrîn im!
    Parlamentarê rûsî: Ger neyê paşxistin mijara sereke ya Soçiyê Efrîn e
    Amerîka: Efrîn berî niha bi ewle bû, lê niha ne wisa ye
    Şanda Amerîkayê bi rojeva 'Efrîn û ewlekariya Tirkiyê' li Enqerê ye
    Ji bo Efrînê kampanyaya navnetewî: Nehêlin Efrîn bibe Kobaniyeke nû
    Etîketan:
    Wezareta Parastin a Amerîkayê (Pentagon), Adrian Galloway, Efrîn, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de