08:41 23 Nîsan 2018
    Guantanamo

    Guantanamo vekirî dimîne

    © AFP 2018 / BRENNAN LINSLEY
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku Serokê Amerîkayê Donald Trump biryarnameya serokatî ya vekirîmayîna Guantanamoyê îmze kir.

    Serokê Amerîkayê Donald Trump di axaftina xwe ya Kogreya Amerîkayê de got: "Min biryarnameya serokatî ya vekirîmayîna Guantanamo û baregehên li kendavê îmze kir. Herwiha min ji James Matis (Wezîrê Parastin ê Amerîkayê) re got em polîtîkaya xwe ya leşkerî ji çav derbas bikin."

    Donald Trump di berdewamiya axaftina xwe de got: "Min sozeke din ku di dema kampanya hilbijartinê de dabû bi cih anî. Terorîst ne sûckarên ji rêzê ne şervanên dijmin in. Ji van kesên ku li derveyî welat werin girtin divê rastî muameleya terorîstî werin."

    Trump di dirêjiya axaftina xwe de got: "Sala borî ji bo em DAIŞê ji ser rûyê erdê rakin min soz dabû em hevalbendên xwe. Piştî salekê piranî DAIŞ têk çû, li Iraq û Sûriyeyê axa ku di destê wan de bû hat standin. Ez bi vê kêfxweş im, lê hê jî kare me heye. Hetanî DAIŞ bi temamî têk here wê tekoşîna me bidome."

    Bi heman mijarî:

    Ji Guantanamo 4 dîlên din hatin şandin
    Girtiyê Guantanamoyê yê berê li Iraqê êrîşeke xwekuj pêk anî
    Amerîka: "Li Guantanamoyê 45 mehkûm man"
    Obama: ‘Em ê Girtîgeha Guantanamoyê bigirin’
    Etîketan:
    Serokê Amerîkayê, Donald Trump, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de