22:23 19 Nîsan 2018
    Helîkopter

    Helîkoptera ku 4 kes têde bûn bi ser avahiyekê de ket: 3 mirî û 2 birîndar

    © REUTERS /
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li eyaleta Kaliforniya ya Amerîkayê helîkoptera ku 4 kes têde bûn bi ser avahiyekê de ket. 3 kesan jiyana xwe ji dest da.

    Li gor nûçeyên çapemenî yên Amerîkayê, helîkoptera ku 4 kes têde bûn bi ser avahiyekê de ket. Di encama qezayê de 3 kesan jiyana xwe ji dest da, kesekî ku nêzî cihê bûyerê bû jî di nav de 2 kes jî birîndar bûn.

    Helîkoptera ku ji Balafirxaneya John Wayneya herêma Orange County a Kaliforniyayê rabû piştî demekê li nêzî qeraxa Newportê ji ber sedemeke nediyar ket. Daîreya Hewagerî ya Amerîkayê derheqê qezayê de lêkolîn da destpêkirin.

    Li gor şahidên bûyerê, helikopter ji nişka ve bi ser avahiyê ve ket û di dema ketinê de sivîlekî ku nêzî cihê bûyerê bû birîndar bû.

    Bi heman mijarî:

    Li Kaliforniya ji ber lehiyên heriyê 15 kes mirin
    Komeke cudaxwaz li Kaliforniyayê serxwebûna xwe ragihand
    Li Kaliforniyayê bi hezaran kes ji ber metirsiyê hatin tahliyekirin
    Etîketan:
    Li Kaliforniyayê helîkopter ket, Kaliforniya, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de