04:06 22 Nîsan 2018
    Mike Pompeo

    Amerîka: Xebata bi kurdan re karekî baş e

    © AFP 2018 / SAUL LOEB
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 30

    Serokê Saziya Îstixbarata Navendî ya Amerîkayê (CIA) Mike Pompeo ragihand ku Pentagonê bi karkirin û xebata bi kurdan re karekî baş kiriye.

    Mike Pompeo doh li Enstîtuya American Enterprise ku saziyeke hizrî ye, mijarên di rojevê de nirxandin.

    Mike Pompeo di axaftina xwe balkêşand ser "têkoşîna li dijî DAIŞ û El Qaîdeyê û diyar kir ku: 'Dibe ku armanc zehmet bin jî lê belê serkevtin di eniya şer de rê dide me ku em derfetên rastîn biparêzin. Li vê derê gelek kes hene ku bi başî li kêleka Amerîkayê bin, heta ku li gel cîhadgeran bin."

    Pompeo da zanîn ku ji bo şer û têkoşîna bi cîhadîstan re pêwîstî bi "hevbeşên sunnî" heye û diyar kir, pentagon bi xebata bi Kurdan re û bi sunniyan re karekî baş kir.

    Serokê CIAyê destnîşan kir, ku Serokê Amerîkayê Donald Trump hemû sibehiyan derbarê rûdan û geşedanên li herêmê brîfîngekê dide û teqez kir, her roj çêdibe, em derbarê wê de diaxivin. Îro weke mînak, em dikarin texmînê bikin ku rewşa li Efrînê dê bibe rojev.

    Bi heman mijarî:

    Amerîka: Efrîn berî niha bi ewle bû, lê niha ne wisa ye
    'Amerîka bi kurdan re dualî dilîze'
    Hevseroka Kantona Efrînê Hêvî Mistefa: Divê Amerîka qada ji bo firînê qedexe ragihîne
    Reuters: Amerîka ne li Efrînê li Minbicê dinêre
    Amerîka: Operasyona Efrînê hewlên têkbirina DAIŞê belav dike
    Pisporê rûsî: Dibe ku Amerîka dilêriya hevalbendên xwe wenda bike
    Etîketan:
    cîhadîst, kurd, Mike Pompeo, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de