16:54 19 Sibat 2018
Zindî
    Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert

    Amerîka: Efrîn berî niha bi ewle bû, lê niha ne wisa ye

    © AP Photo/ Alex Brandon
    Amerîka
    Lînkê kurt
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (348)
    0 30

    Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert, di civîna rojane de operasyona Tirkiyê ya bi ser Efrînê de ku berdewam dike nirxand.

    Li gor nûçeya nûnerê rojnameya Hurriyetê li Washingtonê Cansu Çamlıbel, Nauert derbarê operasyona Efrînê de got, "Derbarê bakurê Sûriyê de fikarên me yên heqîqî hene. Efrîn beriya niha heta radeyekê herêmeke ewle bû, lê niha ne wisa ye."

    'RÛSYA HEWIL DIDE NAVBERA AMERÎKA Û TIRKIYÊ XERA BIKE'

    Nauert destnîşan kir ku Rûsya bi daxuyaniyên xwe hewil dide navbera du welatên NATOyê xera bike û bal kişand ser ku Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson 3 caran bi hemkarê xwe yê tirk re hevdîtin kiriye ku yek jî bi rêya telefonê bûye.

    'EM NAXWAZIN XELK TERKA MAL Û GUNDÊN XWE BIKIN'

    Nauert di berdewamê de li ser rewşa Efrînê got, "Herêma ku beriya niha heta radeyekê bi ewle bû, niha niştecihên wê rûbirûyî terikandina malên xwe bûne. Ya ku em li Sûriyê dixwazin ne ev e. Em naxwazin xelk terka mal û gundên xwe bikin."

     

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (348)

    Bi heman mijarî:

    NYyê bi sedema operasyona Efrînê alîkariyên bi ser Tirkiyê de diçin rawestandin
    Şanda Herêma Kurdistanê ji bo konferansekê çû Bexdayê
    Pûtin û Erdogan li ser Efrînê axivîn
    Vexwendnameyên Kongreya Soçiyê hatin şandin
    Neteweyên Yekbûyî: Di êrîşên li ser Efrînê de sivîlan jiyana xwe ji dest da
    Etîketan:
    Tirkiye, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de