04:47 23 Nîsan 2018
    Hêzên girêdayî YPG - HSDê

    Pentagon: Em piştgiriyê nadin operasyonên HSDê yên derveyî DAIŞê

    © AFP 2018 / Delil Souleiman
    Amerîka
    Lînkê kurt
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)
    0 04

    Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) diyar kir ku heke YPG biçe Efrînê dê piştgiriya ku Amerîka dide wan ji dest bikin.

    Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Amerîkayê Donald Trump
    © REUTERS / Asin Bulbul/Kevin Lamarque
    Berdevkê Pentagonê Serpel Adrian Rankine Galloway li ser nûçeyên ku YPG ji Qamişlo ber bi Efrînê ve diçe axivî û got têkiliya me bi YPGe re ne wekî fermandarî û kontrolê ye, ji ber wê jî em nikarin tiştekî bibêjin.

    Gallowayê diyar kir ku heke Yekîneyeke YPGê bêje em êdî bi DAIŞê re tênakoşin û em ê biçin alîkariya birayên xwe yên li Efrînê, dê wê demê bi tena serê xwe bimînin. Êdî dê nebin şîrîkên me. Galloway diyar kir ku ev rewş ne tenê ji bo YPGê weha ye.

    Galloway da zanîn ku heke çekên wan ji bilî DAIŞê li dereke din werin bikaranîn, birîna alîkariyê jî tê de em ê gavan biavêjin.

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)

    Bi heman mijarî:

    'Amerîka bi kurdan re dualî dilîze'
    Hevseroka Kantona Efrînê Hêvî Mistefa: Divê Amerîka qada ji bo firînê qedexe ragihîne
    Reuters: Amerîka ne li Efrînê li Minbicê dinêre
    Amerîka: Operasyona Efrînê hewlên têkbirina DAIŞê belav dike
    Pisporê rûsî: Dibe ku Amerîka dilêriya hevalbendên xwe wenda bike
    Amerîka: Berî balafirên şer rabin Tirkiye bi me şêwirî
    Etîketan:
    Efrîn, YPG, Adrian Rankine-Galloway, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de