17:45 25 Gulan 2018
YPG û leşkerên Amerîka

Reuters: Amerîka ne li Efrînê li Minbicê dinêre

© REUTERS / Rodi Said
Amerîka
Lînkê kurt
Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (527)
0 02

Rayedarên amerîkî ku Reutersê pirsa operasyona Efrînê ji wan kir diyar kirin ku, ji bo wan pirsiyara girîng Minbic e, lewra leşkerên Amerîkayê li wê derê ne.

Di demeke operasyona Tirkiyê ya ji bo Efrînê dê çi karigeriyan li ser têkiliyên Tirkiye û Amerîkayê bikin tê nîqaş kirin de, rayedarekî amerîkî diyar kir ku pirsiyara girîng derbarê Minbicê de ku dikeve rojhilatê Efrînê. Rayedarê payebilind ku navê xwe nedaye û ji Reutersê re axiviye destnîşan kiriye ku berovajî Efrînê leşkerên wan li Minbicê ne.

'REWŞA EFRÎNÊ GELEKÎ CUDAYE'

Rayedar weha gotiye: "Minbic ji aliyê hêzên koalîsyonê ve hate rizgarkirin û heeke Tirkiye hewl bide bi wî alî de biçe, dê bi çavekî din li vê yekê were nêrîn. Tirkiye qala vê yekê kir lê îşaretek tuneye ku ber bi rojhilta ve tên ku hêzên me lê ne. Di asat niha de li Efrînê têkoşîneke pir zehmet heye û rewşeke gelekî cuda ji hatina wan a ber bi rojhilat ve heye."

'EM JI NÊZ VE DIŞOPÎNIN'

Reutersê balkêşandiye ser wê yekê ku leşkerên Amerîkayê yên li Minbicê di meha Adara 2017an de ji ber ku şerekî di navbera HSDê û leşkerên Tirkiyê de asteng bike li wir bi cih bûne. Rayedarekî din jî yê ku ji Reutersê re axivî weha gotiye: "Ev dibe sedema metirsiyekê. Parastina leşkerên me ji bo me armanca yekemîn e."

Mijar:
Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (527)

Bi heman mijarî:

Şanda Amerîkayê bi rojeva 'Efrîn û ewlekariya Tirkiyê' li Enqerê ye
Ji bo Efrînê kampanyaya navnetewî: Nehêlin Efrîn bibe Kobaniyeke nû
YPG: Tirkiye û hikûmeta Sûriyeyê li ser Efrîn û Idlibê li hev kirin
Efrîn tê topbarankirin: Gelek top li gundewarên Efrînê ketin
5 pirsyarên derbarê Efrîn û rewşa wê ya dawî de
PYD: Efrîn dê bi tenê nemîne
Etîketan:
Minbic, Efrîn, Amerîka, Reuters, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de