18:28 20 Gulan 2018
    Sînorên Sûriye û Tirkiyeyê

    Pence: Dem hatiye ku peymana bi Îranê re bê serrastkirin

    © Sputnik /
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence teqez kir ku hewlesta Serokê Amerîkayê Donald Trump birijd e û pêwîst e ku peymana programa nûklerî ya Îranê bê serrastkirin.

    Pence di destpêka civîna xwe ya li gel serokê Îsraîlê Ruefîn Rîfîlîn a li Qudsê de got: "Wek çawa serok Trump soz dabû Îsraîlê, yan dê peymana nûklerî ya li gel Îranê serrast bike yan jî dê Amerîka jê vekişe."

    Herwiha Pence xîtabî serokê îsraîlî kir û got: "Em li dijî tehdîda dewleta Îranê ya ku pêşengiya tehdîda terorê dike li gel we ne. Em ê nameyekê ji hevalbendên xwe yên li Ewropayê re jî bişînin ku êdî dem hatiye, peymana nûklerî ya li gel Îranê bê serrastkirin. Eger hevalbendên me qebûl nekin ku tev li me bibin. Serok Trump ragihand ku dê yekser ji peymanê vekişe."

    Bi heman mijarî:

    Li Kurdistana Îranê festîvala helbest û çîrokên kurdî tê lidarxistin
    Hejmara kesên di xwenîşandanên Îranê hatine desteserkirin eşkere bû
    5 partiyên Kurdistana Îranê li hev civiyan
    Serokê Mosadê: Di xwepêşandanên Îranê de guhên me û çevên me hene
    Tirkiyê derbarê Idlîbê de bangî balyozên Rûsya û Îranê kir
    Amerîka roja înê biryara xwe ya Îranê dide
    Balyozê Îranê yê li Enqereyê li Wezareta Derve ya Tirkiyeyê ye
    Etîketan:
    Mike Pence, Îsraîl, Îran, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de