15:41 25 Gulan 2018
Berdevka Koşka Spî Sarah Sanders

Amerîkayê bangewaziya Efrînê li Tirkiyê kir: Sînordar û bi pîvan bin

© AP Photo / Andrew Harnik
Amerîka
Lînkê kurt
Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (527)
0 02

Berdevka Koşka Spî ya Amerîkayê Sarah Sanders bang li Tirkiyê kir ku, di çalakî û daxuyaniyên xwe de bi pîvan be, bergeh û dema operasyona Efrînê sînordar be û baweriyê bide.

Berdevka Koşka Spî Sarah Sanders ev bang li Tirkiyê kir: "Em bang li Tirkiyê dikin, di çalakiyên leşkerî û daxuyaniyên xwe de, bi hêminî bi pîvan tevbigere. Em dixwazin pê bawer bin ku ji aliyê dem û bergehê ve operasyon sînordar e."

Sarah Sanders herwiha bal kişand ser ku pêwîst e rê li ber windahiyên sivîl bê girtin û rê ji gihandina alîkariyên mirovî re bê vekirin.

Berdevka Koşka Spî destnîşan kir ku Amerîka ji bo çareseriya kêşeyê di nav hewldanên rêyên dîplomatîk de ye.

Sanders bang li aliyan kir ku tenê bala xwe bidin ser têkoşîna dijî DAIŞê, rakêşiyê kêm bikin û ji bo parastina sivîlan hewil bidin.

Herwiha Sandersê dubare got ku ew ji fikarên ewlekariyê yên Tirkiyê têdigihin, wan cidî digirinû pabendî xebata bi Tirkiyê re ne.

Mijar:
Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (527)

Bi heman mijarî:

ASAyê got, ‘Em ji girê Qestelê vekişiyan’ YPGê got, ‘Reviyan’
Lavrov: Armanca bingehîn a Soçiyê birêvebirina pêvajoya Cenevê ye
Ji Neteweyên Yekbûyî yekem daxuyaniya Efrînê: Hewldanan dest pê kir
Ji Almanyayê banga Efrînê ji KENYyê: Bi berpirsiyarî tevbigerin
Rojnamevanê kurd li Efrînê birîndar bû
Etîketan:
Sûriye, Tirkiye, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de