08:28 27 Gulan 2018
Rex Tillerson

Tillerson ji bo Efrînê: Bifikar in

© REUTERS / Murad Sezer
Amerîka
Lînkê kurt
Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (527)
0 20

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillersonî ji bo operasyona Artêşa Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê daxuyaniyeke nû da û diyar kir ku "bifikar in."

Tillersonî ragihand ku ji ber operasyona leşkerî ya Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê bifikar in.

Li gorî nûçeya Reutersê, Tillerson di dema çûna xwe ya Londonê de daxuyanî daye û gotiye: "Em ji tevgerên Tirkiyeyê yên li bakurê Sûriyeyê bifikar in."

Ji aliyê din ve,  Tillersonî gotiye ku "em bi temamî mafê meşrû yê Tirkiyeyê yê parastina welatiyên xwe ji hêmanên terorkar dinasin û teqdîr dikin."

Herwiha Tillersonî diyar kiriye ku ji herdu aliyan xwestiye ku bi hêmînî tevbigerin û wendahiyên sivîl kêm bikin û Amerîka lê dixebite ku "bizane bê dikarin bi hev re çi bikin da ku tirsên ewlehiyê yên Tirkiyeyê yên meşrû aram bikin."

Mijar:
Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (527)

Bi heman mijarî:

Efrîn û Şêxmeqsûd di bin êrişan de ne
YPG, amadehiya vekirina korîdora Efrîn û Kobanî dike
YPGê derbarê şerên li Efrîn û Kobanê de daxuyanî da
YPGê rêya navbera Efrîn û İdlibê kontrol kir
Tenê 12 kîlometre mane ku Efrîn û Kobanî bigihêjin hev
YPG: Êrişên çeteyan yên li ser Efrîn û Helebê didomin
Etîketan:
Rex Tillerson, Amerîka, Sûriye, Efrîn, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de