08:42 20 Sibat 2018
Zindî
    Qesra Spî

    Hikûmeta Federal a Amerîkayê bi fermî hilweşiya

    © Sputnik/
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Piştî ku pêşnûmaya budçeya bihurbar ji Senatoyê derbas nebû, hikûmeta Federal a Amerîkayê, di yekemin salvegera serokatiya Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump de bi fermî hilweşiya. Krîza budçeyê dê bibe sedema bi milyonan kes bê mehanî bixebine bixebetin anjî bi zorî derkevin betlaneyê.

    Sedema hilweşîna hikûmetê ew bû projeya demkî ya xerciyan ku ji aliyê Encûmena Nûneran ve hatibû şandin, li Encûma Pîran dengên pêwist neanî. Eger pirojeyê deng bianiya, dibû bi awayekî demkî û heta 16ê Sibatê butçe ji saziyên hikûmî re were dabîn kirin.

    Demokratan deng nedan projeyê û projeyê nikarî dengên pêwist bidest bixe. Serokê Amerîkayê Donald Trump berî hişyarî dabû û gotibû ku ji karketina hikûmetê bandoreke neyînî li artêşa welat û ewlekariya sînorên başûrê Amerîkayê dike.

    Bi heman mijarî:

    Moşekên S-400 ji bo Amerîka çima pêximker in?
    Amerîka: Operasyona Efrînê îstiqrarê nayêne
    Tê îdîakirin ku Amerîka PYDê li ser sînorê Tirkiyê bi cih dike
    ‘Amerîka dixwaze li rojhilatê Çemê Firatê bimîne'
    Hikûmeta Tirkiyeyê bersiv da daxuyaniya Amerîka ya li ser YPGê
    Etîketan:
    hilweşandin, hikûmet, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de