08:39 20 Sibat 2018
Zindî
    Donald Trump

    Dibe ku dergehên hikûmeta Trump bên girtin

    © REUTERS/ Jonathan Ernst
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hikûmeta Serokê Amerîkayê Donald Trump ku proje yasaya budçeyê pêşkeşî senatoya amerîkî kiriye, ger di dengdanê de, îşev heta 23.59an li gor dema Washingtonê ji senatoyê barweriyê nestîne dê bê girtin.

    Hikûmeta Federalî ya Amerîkayê ku xizmetê dide bi qasî 320 milyon amerîkîyan, di dengdana budçeyê de ger projeya yasaya budçeyê neyê pesendkirin, dê cara 13an dergehê xwe bigire.

    Trump beriya dengdanê telefonî serokê Kêmineya Senatoyê Chuck Schumer kir û ew ji bo hevdîtinên budçeyê vexwend Koşka Spî.

    Di kongreya Amerîkayê de, ji 100 senatoran 51 komarî, 47 demokrat û 2 jî serbixwe ne. Divê ji bo hikûmet neyê girtin herî kêm 60 deng werin standin ji bo budçeyê.

    Trump dê ji Schumer bixwaze piştgiriyê bide dengdana budçeyê.

    Bi heman mijarî:

    Mattis: Çîn û Rûsya gefên ji terorê mezintir in
    Lavrov vekişandina leşkerên rûsî ji Efrînê red kir
    Lavrov, bi nûnerê Sûriyê yê li Neteweyê Yekbûyî Caferî re hevdîtin pêk anî
    MHPyiyan ji bo bi xwebexşî şerê kurdan li Efrînê bikin serî li TSKê dan
    Lavrov: Divê li Asyaya Navîn şirîkatiya piralî were sazkirin
    Kaplan: Demirtaş li ber biryarekê ye, gelê me û partî bixwaze dikare wî razî bike
    Etîketan:
    hikûmet, Amerîka, Donlad Trump, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de