16:50 19 Sibat 2018
Zindî
    Wezîrê Berevaniya Amerîkayê James Mattis

    Mattis: Çîn û Rûsya gefên ji terorê mezintir in

    © REUTERS/ Yuri Gripas
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) Jim Mattis, piştî ragihandina belgeya stratejiya ewlekariya netewî ya Amerîkayê daxuyanî dan. Mattis, Çîn û Rûsya wekî gefên ji terorê mezintir bi nav kir.

    Mattis got, "Em dê seferberiya ketina pey şopa terorîstan bidomînin, lê êdî gefa sereke ya dijî ewlekariya Amerîkayê ne terorîzm e, dê Amerîka bala xwe bide ser hevrikiya hêzên mezin."

    SÊ HERÊMÊN SEREKE YÊN BELGEYA EWLEKARIYA NETEWÎ YA AMERÎKAYÊ

    Wezîrê amerîkî îdia kir ku Rûsya û Çîn gefên ‘revzîyonîst' yên her ku diçe mezintir dibin in.

    Mattis wekî sê herêmên ji aliyê leşkerî amerîkî ve êrîşkarî were beralîkirin û reqabetê bike jî herêmên sereke yên Asya-Pasîfîk, Îndo-Pasîfîk û Ewropa û Rojhilata Navîn nîşan da.

    'KOREYA BAKUR Û ÎRAN DI ÊRÎŞKARIYA XWE DE BI ISRAR IN'

    Mattis herwiha got ku dê lêçûnên leşkerî yên Amerîkayê bên zêdekirin û ragihand, "'Rejîmên êrîşkar ên wekî Koreya Bakur û Îran, di çalakiyên xwe yên derqanûnî yên aramiya cîhanî û herêmî tehdîd dikin de, bi israr in."

    LAVROV: EM Ê DÎYALOGÊ BIDOMÎNIN

    Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, li ser daxuyaniyên Mattis ên derbarê gefbûna Rûsya û Çînê de bersiv da û got ku ew bi daxuyaniyên Amerîkayê xemgîn dibin, lê ew dê di dîylalogê de bi israr bin.

    Bi heman mijarî:

    Lavrov vekişandina leşkerên rûsî ji Efrînê red kir
    Lavrov, bi nûnerê Sûriyê yê li Neteweyê Yekbûyî Caferî re hevdîtin pêk anî
    MHPyiyan ji bo bi xwebexşî şerê kurdan li Efrînê bikin serî li TSKê dan
    Lavrov: Divê li Asyaya Navîn şirîkatiya piralî were sazkirin
    Kaplan: Demirtaş li ber biryarekê ye, gelê me û partî bixwaze dikare wî razî bike
    Ji doza Geziyê cezayê hepsê li Karacagila ku li Reqayê hatibû kuştin hate birîn
    Etîketan:
    James Mattis, Jim Mattis, Çîn, Rûsya, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de