08:57 19 Sibat 2018
Zindî
    Heather Nauert

    Ji Amerîkayê banga Efrînê: Em bang li Tirkiyeyê dikin ku gaveke wiha navêje

    © AFP 2018/ MANDEL NGAN
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 60

    Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Heather Nauert, derbarê gefên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê daxuyanî da.

    Nauert li ser operasyona muhtemel a bi ser Efrînê de diyar kir, "Em nizanin (Tirkiye) dê operasyoneke wiha bike yan neke. Em bang li Tirkiyê dikin, gaveke wiha navêje. Divê her kes çavê xwe bide ser DAIŞê"

    'PÊKHATEYÊN HERÊMÎ EWLEHIYÊ DABÎN DIKIN'

    Berdevka Wezaretê bal kişand ser daxuyaniyên Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson û ragihand, "Me çawaniya xebata xwe ya bi pêkhateyên herêmî re bi Tirkiyê re parve kiriye. Pêkhateyên herêmî li deverên ku ji DAIŞê hatine rizgarkirin, ewlehiyê dabîn dikin."

    'DIVÊ TIRKIYE SERÎ LI TUNDKARIYÊ NEDE'

    Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê dubare got, "Banga me ji tirkan ew e ku nekevin ti tevgereke wiha. Em dixwazin Tirkiye fokusa xwe bide ser têkoşîna dijî DAIŞê û serî li tundkariyê nede."

    Ev demeke Tirkiyê bi dengê herî bilind ji Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan heta gelek wezîr û rayedarên hikûmeta Tirkiyê, bi daxuyaniyên xwe radigihînin ku ew dê li ser Efrînê operasyonekê pêk bînin û wekî hincet jî perwerdekirina 30 leşkerên parastina sînorê bakurê Sûriyê ji aliyê Amerîkayê ve tê nîşandan.

    Bi heman mijarî:

    Qeymaqamê kurd ê Xurmatûyê bi tirkmenekî şîe hat guhertin
    Pentagonê navekî nû li hêza YPG-HSDê kir: Hêza ewlehî, aramî û kontrola qadê
    Li Almanyayê şanoya derhênerekî kurd bû yekemîn
    Ji Goran û Komelê daxuyaniya Efrînê: Em êrîşan şermezar dikin
    Heşda Şeibî li ser Tuzxûrmatûyê daxuyanî da: 200 malbatên kurd vegeriyan
    Etîketan:
    Sûriye, Tirkiye, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de