03:14 23 Nîsan 2018
    Hêzên girêdayî YPG - HSDê

    Pentagonê navekî nû li hêza YPG-HSDê kir: Hêza ewlehî, aramî û kontrola qadê

    © AFP 2018 / Delil Souleiman
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 12

    Berdevkê Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) Eric Pahon, piştî daxuyaniyên li ser ‘şaşfahmkirina’ navê hêza sînorî ku li Sûriyê ji bo wê hêzên HSD-YPGê têne perwerdekirin daxuyaniyeke din da. Pahon got, ‘Ew hêza tê perwerdekirin şaş hat şîrovekirin... Ew hêza ewlehî, aramî û kontrola qadê ye.”

    Berdevkê Pentagonê Pahon ragihand, ew perwerdeya ku ew didin hêzên ewlekariya herêmî şaş hatiye nirxandin û wiha pê de çû: "Di demeke ku dawiya DAIŞê hatiye û hilweşîna wê destpê kiriye de, armanca wê hêzê pêşîgirtina reva terorîstan e. Ev ne wekî ku tê vegotin, artêş yan jî hêzeke parastina sînoran e."

    'NE HÊZA POLÎS E, HÊZA EWLEHÎ, ARAMÎ Û KONTROLA QADÊ YE'

    Pahon ji bo pirseke din a li ser heman mijarê jî destnîşan kir, "Naxwazim wê hêzê wekî hêzeke polîs karakterîze bikim, lê ev cureyek hêza ewlehî, aramî û kontrola qadê ye."

    Pahon li ser gotina ‘hêza kontrolkirina qadê' diyar kir, mebesta wî ji aliyê hêzên deverê ve parastina qadên biçûk e.

    TILLERSON Û PENTAGONÊ GOTIBÛN, ŞAŞ HATIYE FAHMKIRIN

    Doh 18ê Çileyê Pentagonê û Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson di daxuyaniyên xwe de, red kiribûn ku ew li Bakurê Sûriyê ‘artêşekê yan jî hêzeke parastina sînorî' ava dikin.

    Herwiha Berdevkê Hevpeymaniya Dijî DAIŞê Ryan Dillon jî herî dawî ragihand ku gotinên wî şaş hatine fahmkirin.

    Bi heman mijarî:

    Li Almanyayê şanoya derhênerekî kurd bû yekemîn
    Lavrov: Li Rojhilata Navîn terorîst fêrî çêkirina çekên kîmyewî bûne
    Ji Goran û Komelê daxuyaniya Efrînê: Em êrîşan şermezar dikin
    Heşda Şeibî li ser Tuzxûrmatûyê daxuyanî da: 200 malbatên kurd vegeriyan
    Pûtîn qurbaniyên Dorpêça Lenîngradê bibîranîn
    Parlamentarê Semsûrê bi 5 salan hat cezakirin
    Dillon: Gotinên min şaş hatin fahmkirin
    "Karbidestiya Trumpî tine ku piştî têkbirina DAIŞê hêzan li Sûriyeyê bihêle"
    Etîketan:
    HSD, YPG, Pentagon, Sûriye, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de