08:56 20 Sibat 2018
Zindî
    Ryan Dillon

    Dillon: Gotinên min şaş hatin fahmkirin

    © AP Photo/ Karim Kadim
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 01

    Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê Ryan Dillon diyar kir ku gotinên wî şaş hatine famkirin û got, min di daxuyaniya xwe ya roja pênşemê de bi navê ‘hêzên ewlekariya sînoran' behsa hêzekê kiribû. Ew hêz ne ‘artêşek e' an jî ‘hêzeke muhafiz a sînoran e.'

    Li gorî medyaya tirk berdevkê hevpeymaniyê Dillon di daxuyaniya xwe de cih da van gotinan, "Perwerdehiya Hevpeymanan di Operasyonên Bibiryar ên Xwezayî de berdewam e. Armanca vê perwerdehiyê ew e ku ew însanên ji ber DAIŞê ku cih û warên xwe terikandine cardin vegerine cihên xwe û rêgiriya rêxistinên terorî li deverên bêkontrol bikin. Ev hêz, ne ‘artêşek e' ne jî bi awayekî klasîkî ne ‘hêzeke muhafiz a sînore ne.

    Herwiha di daxuyaniyê de Dillon nîgeraniyê Tirkiyeyê jî bibîrxisit, "Em nîgeraniya Tirkiyeyê ku hem di endamekî koalisyonê ye û hem jî di NATOyê de hevkarê me ye, fam dikin. Fikarên Tirkiyeyê yên derbarê ewlekariyê de rewa ne. Em dê di hewildanên xwe yên têkoşîna DAIŞê de zelal bin."

    Bi heman mijarî:

    Berdevkê Pentagonê: 'Em fikarên Tirkiyê fêm dikin û bi wan re diaxivin'
    Berdevkê Hevpeymaniyê: Efrîn ne qada operasyonê ye
    Berdevkê Koalîsyonê: Efrîn ne di qada operasyona koalîsyonê de ye
    Berdevkê Koalîsyonê ji bo HSD got: Em şirîkên xwe diparêzin
    Etîketan:
    Hêzên Ewlekariya Sînoran, Daxuyanî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de