04:48 23 Nîsan 2018
    YPG - HSD - Çekên Amerîkî Li Sûriyê

    "Karbidestiya Trumpî tine ku piştî têkbirina DAIŞê hêzan li Sûriyeyê bihêle"

    © AP Photo / APTV
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 00

    Endamê Lijneya Têkiliyên Derve ya Senatoya Amerîkayê Ben Cardinî got ku Serokê Amerîkayê Donald Trump ne xwediyê karbidestiyê ye ku piştî têkbirina DAIŞê hêzên leşkerî li Sûriyeyê bihêle.

    Cardini got ku "Karbidestiya Birêveberiya Trumpî tine ku hêzên leşkerî yên Amerîkayê piştî têbirina DAIŞê li Sûriyeyê bihêle".

    Herwiha senatorê amerîkî diyar kir ku pêwîst e, birêveberiya dewletê û Wezareta Parastinê (ya Amerîkayê) zûka bi endamên komîteya Têkiliyên Derve ya Senatoyê re bişêwire ku biryara bikaranîna hêza leşkerî di destê wê de ye."

    Herwiha senatorê amerîkî diyar kir ku hêvîşkestî bûye, ji ber ku Tillerson guhertineke mezin di polîtîkaya Amerîkayê de radigihîne bêyî ku pêşî bi kongreyê bişêwire û wiha got: "Ev daxyaniya Tillersonî ya li Peymangeha Hooverê berdewamiya wê nêzîkariya xemsar û bêberpirsyarane ya vê birêveberiyê ye di bikaranîna hêza leşkerî de".

     

    Bi heman mijarî:

    Pisporê rûsî helwesta Erdogan a Efrînê şîrove kir: Pir hestiyar e
    3 topên hawanê li gundekî Efrînê ketin
    ‘Pêşî dê ASA têkeve Efrînê'
    Tirkiye ji bo operasyona Efrînê divê çi ji çav derxîne?
    Erdogan: Em ê operasyona Efrînê bi dijberiyê re pêk bînin
    Times: Erdogan di mijara Efrînê de bi agir dilîze
    Li ser sînorê Efrînê tank hatin bicihkirin
    Etîketan:
    Ben Cardin, Rex Tillerson, Donald Trump, Sûriye, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de