18:24 19 Nîsan 2018
    Serokê Amerîkayê Donald Trump

    Trump 'Xelatên Nûçeyan ên Derew' eşkere kir

    © AFP 2018 / Alex EDELMAN
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Amerîkayê Donald Trump ‘Xelatên Nûçeyan ên Derew' eşkere kir. Di lîsteya ku li ser malpera Partiya Komarparêzan cih girt de, New York Times û CNN jî di nav de ji saziyên çapemenî yên Amerîkayê 11 nûçe hene.

    Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser hisabê xwe yê Twitterê medya girt hedefa xwe. Trump di peyameke xwe de ‘Xelatên Nûçeyan ên Derew' (Fake News Awards) belav kir. Di lîsteya ku Trump wekî ‘Û yên xelatên nûçeyan ên derew bi dest xistin…" parve kir de 11 nûçeyên ji medyaya Amerîkayê cih digirin.

    Lîsteya ku Trump parve kir li ser malpera Partiya Komarparêzan (GOP) cih digire û nivîsa bi sernavê ‘Xelatên Nûçeyên Derew ên Sala 2017an' bi îmzeya ‘Tîma Partiyê ya Komarparêzan' tê dîtin.

    Di lîsteyê de ji CNNê 4 nûçe, ji New York Timesê 2 nûçe, ji her ABC, Washington Post, Time û Newsweekê jî nûçeyek cih digire.

     

    Bi heman mijarî:

    Barzanî û nûnerê Trump hevdîtinek pêk anîn
    Gotinên Trump ên derbarê reşikan de hatine protestokirin
    Trump ‘balafireke nû îcad kir: F-52'
    ‘Trump, Ji bo ku neaxive pere daye stêrka pornoyê'
    Rûsya: Em biryara Trump bi neyînî pêşvazî dikin
    Trump biryar da ku peymana nukleerî ya bi Îranê re bê dirêjkirin
    Etîketan:
    Xelatên Nûçeyan ên Derew, Partiya Komarparêzan, Serokê Amerîkayê, Donald Trump, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de