11:18 19 Sibat 2018
Zindî
    Rex Tillerson

    Amerîkayê li ser avakirina 'Hêza Ewlehiyê ya Sinor' daxuyanî da

    © REUTERS/ Murad Sezer
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson li ser nûçeyên derbarê plana ‘Hêza Ewlehî ya Sînor' de got, "Ev bi tevahî şaş hatiye şîrovekirin û nirxandin û hinek kes şaş peyivîn. Em ti hêzeke ewlehî ya sînor ava nakin."

    Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson piştî konferansa xwe ya li Zanîngeha Stanfordê ya li eyaleta Kalîforniyayê gava vegeriya Washingtonê bersiva pirsen rojnamegeran da.

    Tillerson li ser nûçeyên derbarê plana ‘Hêza Ewlehî ya Sînor' de axivî û got, "Em deyndarê Tirkiyeyê ne ku divê em daxuyaniyekê bidin wan. Ev bi tevahî şaş hatiye şîrovekirin û nirxandin û hinek kes şaş peyivîn. Em ti hêzeke ewlehî ya sînor ava nakin."

    Tillerson herwisa anî ziman ku armanca Amerîkayê ya li Sûriyeyê ew e ku hêzên herêmî perwerde bikin.

    Bi heman mijarî:

    ‘Rûsya û Amerîka li Sûriyê ketina pêşbirka baregehên leşkerî’
    Amerîka piştî çapemeniya rûsî çavê xwe berda çapemeniya çinî
    'Tirkiye difikirî ku Amerîka dê piştgiriya xwe ya ji bo kurdan şûnde vekişîne'
    "Amerîka moşekan dide kurdên Sûriyeyê da ku wan bi kurdên Iraqê re bike yek"
    Etîketan:
    hêza ewlehî ya sînor, Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê, Rex Tillerson, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de