04:49 23 Nîsan 2018
    Rex Tillerson

    Tillerson: Heta tunekirina DAIŞê em ji Sûriyê dernakevin

    © REUTERS / Murad Sezer
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson got, “Hebûna me ya dîplomatîk û leşkerî li Sûriyê girîng e. Heta DAIŞ li Sûriyê bi temamî neyê tunekirin û têkbirin, em ê hebûna xwe ya leşkerî bidomînin.”

    Li gor nûçeya CNNê Tillerson li dezgeha ramyarî ya Zanîngeha Stanford, Enstîtuya Hooverê axivî.

    'DIVÊ RÊVEBERIYA PIŞTÎ ESAD BÊ PÊKANÎN'

    Tillerson di axaftina xwe de got, "Em şaşiya ku me li 2011an li Iraqê kir, vê carê li Sûriyê nakin. Em ê destûrê nedin, rêxistinên terorê yên wekî DAIŞê cih ji xwe re bibînin. Ji bo Sûriyeyeke aram, yekgirtî û serbixweyî, pêwîst e di pêvajoya Cenevê de, rêveberiya piştî Esad bê pêkanîn."

    'JI BO AVAKIRINA SÛRIYEYA PÊŞEROJÊ PÊDIVIYA ME BI TIRKIYÊ HEYE'

    Wezîrê Amerîkayê derbarê nerazîbûnên Tirkiyê yên ji bo hevkariya wan a bi HSDê re jî got ku ew ji fikarên Tirkiyê têdigihin û wiha domand: "Em alîkariyên mirovî yên Tirkiyê ku li Sûriyeyê kirine dizanin. Di avakirina pêşeroja Sûriyê de jî pêdiviya me bi Tirkiyê heye."

    Bi heman mijarî:

    McGurk û Qubad Talebanî li Hewlêrê civiyan
    Demirtaş: Em reşikên siyasî yên vî welatî ne, lê dewlet ya me hemûyan e
    Berdevkê Hikûmeta Tirkiyê: Em ê rîskên mezin bistînin, êdî sebra me nema ye
    Ji MGKê daxuyaniya Efrînê: Dê gavên pêwîst derhal bên avêtin
    Hikumeta lraqê ji bo şandina mûçeyên fermanberan sê şert pêşniyar kirin
    Serokatiya Parlamentoya Katalonyayê dîsa serxwebûnxwazan bi dest xist
    Rayedarê berê yê CIAyê hat binçavkirin
    Etîketan:
    Sûriye, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de