15:39 25 Gulan 2018
Amerîka HSDê perwerde dike

Pentagon: Ji bilî HSDê tu hêz ji me perwerdehî û piştgiriyê nastîne

© Sputnik / Hikmet Durgun
Amerîka
Lînkê kurt
0 23

Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) diyar kir ku ew piştgiriya Partiya Yekîtiya Kurdistanê (PYD) nakin û di têkoşîna li dijî DAIŞê wê weke parçeyekî xwe nabînin. Berdevkê Pentagonê diyar kir ku ew ji bilî HSDê em piştgiriya tu hêzê nakin.

hêzên amerîkî Rojava
© REUTERS / RODI SAID
Yek ji berdevkên Pentagonê evser Adrian Rankine Galloway li ser daxuyaniyên amadekariya operasyona Efrînê yên Enqerayê axivî. Li gorî medyaya tirkî Galloway ji bo hêzên PYDê yên li Efrînê got ku ew ne perçeyekî ji operasyona muhtemel a Efrînê ne û bang li hemû aliyan kir ku aram bin û ji zêdekirina rakêşiyan dûr bisekinin.

‘JI BILÎ YEKÎNEYÊN HSDÊ TU HÊZ JI ME PERWERDEHÎ Û PIŞTGIRIYÊ NASTÎNE'

Galloway destnîşan kir ku li Efrînê ew piştgirî an jî perwerdeyê nadine PYDê û wiha berdewam kir, "Ji bilî yekîneyên Hêzên Sûriyeyê Demokratîk (HSD) tu hêz ji me perwerdehiyê-temî-piştgiriyê nastîne. Hêzên ku em piştgiriya wan dikin hêzên ku li hember DAIŞê têdikoşin."

Herwiha Galloway teqez kir ku ew ne perçeyekî ji operasyona muhtemel a Efrînê ne û bang li hemû aliyan kir ku aram bin û ji zêdekirina rakêşiyan dûr bisekinin.

 

 

Etîketan:
Perwerdehî, Piştgirî, HSD, Pentagon, Galloway, Efrîn
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de