02:44 19 Çile 2018
Zindî
    Serokê Amerîkayê Donald Trump

    Gotinên Trump ên derbarê reşikan de hatine protestokirin

    © REUTERS/ Joshua Roberts
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li Amerîkayê li dijî gotinên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên ku gotibûn "Eger Amerîka penaberan werbigre, bila Norveçî bin, ne ku gelê Haîtî an jî welatên pîs ên Efrîqayê bin" şermezar kirin û gotin, "Haîtî yekemîn welatê reşpostan e, ku koledarî têk bir."

    Serokê Amerîkayê Donald Trump
    © REUTERS/ Joshua Roberts
    Serokê Amerîkayê Doland Trump di gotarekê de gotibû: "Eger Amerîka penaberan werbigre, bila Norveçî bin, ne ku gelê Haîtî an jî welatên pîs ên Efrîqayê bin"

    Rêvebera cîbicîkar a jinên Haîtî Malerîn Bastîn got: "Em li vir in da ku ji Serok Trump re bêjin, Haîtî ne ew welat e, ku ew wiha biçûk bike. Haîtî welatekî serbilind e. Haîtî yekemîn welatê reşpostan e, ku koledarî têk bir. Bav û bapîrên me jî ji bo serkeftina vî gelê serbilind, gelek hewl dan."

    Karikatur
    © Sputnik/ Vitaliy Podvitski
    'GOTINÊN SEROKÊ AMRÎKAYÊ EM ŞOK KIRIN'

    Berdevkê Komîsyona Bilind a Mafên Mirovan li Neteweyên Yekbûyî (NY) Rupert Kulvil ragihand: "Gotinên Serokê Amerîkayê em şok kirin û gotinên şermezarker in. Biborin lê ji bilî nijadperestiyê ti pênaseyeke din ê van gotinan nîn e. Tu nikarî welat û parzemînan bi temamî red bikî, ku jiber nîştecihên wî ne spî ne."

    WELATÊN EFRÎQAYÊ XWESTIN KU TRUMP LÊBORÎNA XWE BIXWAZE

    Di serî de welatên Efrîqayê, Amerîkaya Başûr û gelek welatan jî gotinên Trump şermezar kirin û xwestin ku Trump lêborîna xwe bixwaze.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Trump ‘balafireke nû îcad kir: F-52'
    ‘Trump, Ji bo ku neaxive pere daye stêrka pornoyê'
    Rûsya: Em biryara Trump bi neyînî pêşvazî dikin
    Trump biryar da ku peymana nukleerî ya bi Îranê re bê dirêjkirin
    Trump heqaret li koçberan kir
    Trump: Bi Rûsyayê re dostanî ji dijminantiyê baştir e
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de