18:51 26 Gulan 2018
Çenteyê ku Serokê AMerîka ji bo bikaranînan çêkên nukleer bikarbîne.

DYAya ku dibêje ‘Rûsya ji hêla nukleerî ve bihêztire,' dixwaze kapasîteya xwe zêde bike

© REUTERS / Jonathan Ernst
Amerîka
Lînkê kurt
0 0 0

Di doktrîna nukleer a 2018an ya DYAyê de ku Huffington Psot bidest xistiye de, derket holê ku Amerîka difikire ku Rûsya di hilberîna çekên nukleerî de li gor Amerîka û mutefîkên wê xwedî avantajên berbiçave. Di metna ku Koreya Bakur, Îran û Çîn jî te de wekî gef tên pênasekirin, bang tê kirin ku Amerîka kapasîteya xwe ya nukleerî zêdetir bike.

Di metna ku tê de tê gotin ku ev tenê projeyeke ji bo doktrîna dawî ku dê ji bo Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump were pêşkêş kirin de tê gotin ku: "Rûsya li hember Amerîka û mutefîkên wê ji aliyê hilberîna çekên nukleerî û di nav hêzên nukleerî yên ne stratejîk de xwedî avantajeke ber bi çav e.

Li gor metna ku dibêje, Rûsya çekên nû yên nukleerî, balafirên bombebaranê, moşekên ku ji behrê û bejahiyê tên pekandin û rampayên wan bi pêşxistine û ev bi cî kirine, Rûsya herî kêm du pergalên moşekan yên navbera parzemînan, balafireke supersonîk û torpîdoyeke bi hêz ya navbera parzemînan geşe dide.

‘ÎDÎAYA KU EM DIXWAZIN BI MOSKOWÊ RE TÊKILIYÊN BAŞ DEYNIN'

Di metna ku tê de tê gotin, li gel rexneyên DYAyê jî, Rûsya pergala moşekên bi hêza nukleerî ya balîstîk bipêşxistiye û dîsa pergala astengkirina moşekên balîstîk geşe daye, tê îdîakirin ku Amerîka li gel hemû tiştî dixwaze bi Moskow re têkiliyên baş birêve bibe.

"Rûsya, ne Yekîtiya Sovyetan e, Şerê Sar li paş ma. Li gel ku em dixwazin têkiliyên bai bipêş bixin jî, Rûsya, DYA û NATOyê, li hember planên xwe yên ku li Avrasyayê dibin sedema bê îstîqrariyê asteng dibîne."

‘ÇÎN, KOREYA BAKUR Û ÎRAN GEFÊN SEREKE NE'

Di metna ku Çîn, Koreya Bakur û Îran ji bo DYA wekî gefên sereke tên binav kirin de, bang tê kirin ku ji bo DYA wan ji vê rêyeê vegerîne divê kapasîteya xw eya nukleerî zêdetir bike. Di vê çarçoveyê de tê îdîakirin ku dê heya sala 2019an dê bernameya geşedana çeka nukleerî ya W76 a termonukleerî were qedandin.
Di metnê de tê gotin ku Pentagon heya 2024an plan dike ku moşeka ajoyî B61-12 ku di balafirên stratejîk yên bombebaranê de tê bikaranîn bikire. Herwiha tê gotin ku serikê nukleerî ku di noqava Trident 2 yê de tê bikaranîn ya W88 termonukleer jî heya sala 2024an dê were modernîze kirin.

Bi heman mijarî:

Gerasîmov: Plana pêşxistina muhîmatên nukleer ya Pentagonê ji 200 bombeyî pêk tê
Koreya Bakur tetbîkatan dike, noqava nukleer ya Amerîkayê jî li herêmê ye
DYA, dixwaze zexmiya Rûsya û Çînê ya li dijî êrişên nukleer hîn bibe
Noqava Nukleer a 'Knyaz Pojarskiy'
'Hêzên nukleer ên deryaya Rûsî ji bo peywirê amade ne'
Li DYAyê noqava nukleer û keştiya îkmalê li hev ketin
DYAyê cara pêşîn 3 balafirên nukleer şandin Pasîfîkê, tansiyon bilind dibe
Etîketan:
moşek, noqav, nukleerî, Donald Trump, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de