11:12 23 Çile 2018
Zindî
    Serokê Amerîkayê Donald Trump

    Îranê bertek nîşanî DYAyê da

    © REUTERS/ Joshua Roberts
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê erka dadweriyê yê Îranê Ayetullah Sadik Laricani bertek nîşanî lîsteya mueyîdeyan a DYAyê da, ku navê wî jî tê de ye. Laricani: ‘'Gavên dijminahî yên Trump, hemû rêzikan îxlal dike. Komara Îslamê wê bersivek tund bi de.''

    Nikki Haley
    © REUTERS/ Samantha Sais/File
    Biryara dawî a Trump bo Îranê bû sedema nîqaşên nû. Tehran, ji lîsteya mueyîdeyan a Trump ku navê serokê erka dadweriyê Ayetullah Sadik Laricani jî tê de cih digre rehetsiz bû û got wê bersivek tund bê dayin. Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Îranê de wiha hat gotin: Dijminatiya rejîma Trump ya li hember Laricani, rêzikên navnetewî îxlal dike. Komara Îslamê bê gûman wê bertekek tund nîşan bi de.

    ÇI QEWIMÎ BÛ?

    Serokê DYAyê Donald Trump ji bo peymana nukleerê ku Barack Obama bi Îranê re di sala 2015an de mohr kiribû, biryara xwe eşkere bikra. Trump, ji hilbijartinên serokomariyê ve bertek nîşanî vê peymanê dida. Lê Trump hem peyman 120 rojan dirêj kir û hem jî got, şensekî dawî didim YE û kongreya DYAyê ku van xeteyên mezin sererast bikin. Trump: Min DYAyê ji peymana nukleerê venekişand, yan wê wan xetayên sererast bikin yan jî DYAyê wê ji peymanê vekişe.

    Bi heman mijarî:

    'Trump hewl dide li serkeftina li Sûriyeyê xwedî derkeve'
    Îranê bersiv da Trump: Ji dêvla ku twitên bêker binivîsîne...
    Trump bersiv da: Ya min ji ya te meztir e
    Filîstîn bersiva Trump da: Quds ne ya firotinê ye
    Trump ji bo gelê Îranê got: Hûn ê alîkariyeke mezin ji Amerîkayê bibînin
    Etîketan:
    YE, Peyman, Ayetullah Sadik Laricani, Donald Trump, DYA
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de