02:17 24 Nîsan 2018
    Porno yıldızı Stormy Daniels

    ‘Trump, Ji bo ku neaxive pere daye stêrka pornoyê'

    © AFP 2018 / GABRIEL BOUYS
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 10

    Li gor îdiaya rojnameya Wall Street Journalê, serokê DYAyê Donald Trump, beriya hilbijartinên serokomariyê ji bo ku stêrka pornoyê Stormy Daniels neaxive, 130 hezar dolar da ye. Parêzerê Trump îdiayên rojnameyê derewand in.

    Serokê Amerîkayê Donald Trump - Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un
    © REUTERS / Kevin Lamarque/KCNA
    Rojnameyê bibîr xist ku Michale Cohen ev demek dirêje parêzerê Trump e û di sala 2016an de bi parêzera Stormy Danielsê re hatiye ba hev û ji bo Daniels bêdeng bimîne li ser 130 hezar dolarî li hev kirine.

    Stormy Dainelsa ku navê wê yê rast Stephnie Clifford e, îdia kir ku bi Trump re di sala 2006an de di tûrnûvaya golfê de hatine ba hev. Li gorî îdiayê piştî Cotmeha 2016an, ku desthilatdariya Trump di hilbijirtanan de teqez bû, ji bo lîstikvana pornoyê neaxive pere pêşniyaz kiriye. Parêzerê Trump, Cohen derbarê mijarê de got: Ev îdiayên rojnameyê derew in û ji aliyê Stormy Danielsê jî heta niha tu daxuyanî nehatiye dayin.

    Lîstikvanek din ya pornoyê Jessica Drake jî ragihandibû ku Trump bêyî daxwaza wê ew maç kiriye.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Em biryara Trump bi neyînî pêşvazî dikin
    Trump heqaret li koçberan kir
    Trump bersiv da: Ya min ji ya te meztir e
    Ji Trump bo Îranê: Dinya temaşe dike
    Etîketan:
    porno, destdirêjiya jinan, Trump, seks, Wall Street Journal, DYA
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de