16:21 26 Nîsan 2018
    Trump Luther imza

    ‘Birêz Serok gelo tu nijadperest î?’

    © REUTERS / Joshua Roberts
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Piştî îdiayên ku Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo welatên Haitî, El Salvador û welatên Afrîkayê gotiye, ‘Çala gu ne’ bertekên tund hatin nîşandan.

    Li dema ku Trump biryara derbarê Martin Luther de îmze dikir, rojnamevanekê li ser wan îdiayan ji Trump pirs kir û got, ‘Birêz Serok gelo tu nijadperest î?'.

    Li gor îdiayan Trump di civîneke digel endamên kongreyê de gotiye, ‘Ji wan welatên çala guyê, em çima koçberan qebûl dikin?'.

    Trump dema biryara betlaneyê ya li ser navê mafparêzê navdar Dr. Martin Luther King Jr. îmze dikin, rojnamevaneke jin herî kêm du caran ser hev pirsa ‘Birêz Serok gelo tu nijadperest î?'ji Trump kir.

    Trump bersiva wê pirsê neda, lê tê ragihandin ku Trump gotiye, ‘min ew gotin nekiriye'.

    Beramberî bersiva Trump jî kongresmanê demokratan senator Dick Durbin bi israr dibêje ku Trump ew gotina nijadperestî ya bûye sedema bertekan bilêv kiriye.

    Bi heman mijarî:

    Trump biryar da ku peymana nukleerî ya bi Îranê re bê dirêjkirin
    Çavuşoglu bersiv da hişyariya Amerîkayê ya ji bo serdana Tirkiyê
    ‘Mixalefeta Sûriyê ji bo Soçiyê nehatiye vexwendin’
    HDPê li ber girtîgehê cilên yekreng protesto kir
    Vîdyoya NASAyê mirovan difirîne nav ewriyan
    Etîketan:
    Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de