10:22 24 Çile 2018
Zindî
    Leşkerên Amerîkayê li Sûriyê perwerdeya leşkerî didin YPG/HSDê

    Generalê amerîkî: Hîn zû ye em behsa hurgiliyên perwerdeya YPGê bikin

    © REUTERS/ Rodi Said
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 20

    Berdevkê Sererkaniya Amerîkayê Korgeneral Kenneth F. McKenzie, îdiayên ku Amerîka li pişt êrîşa ser baregehên Rûsyayê yên Sûriyê ye, red kir û li ser perwerdeya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) diyar kir ku niha zû ye zanyariyan bidin.

    Korgeneral McKenzie ligel Berdevka Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) Dana White re civîneke rojnamevanî ya hevbeş li dar xist.

    McKenzie ragihand ku pir kêm maye DAIŞ were tunekirin, lê ji bo ku car din hêzan berhev neke hîn karê ku bê kirin maye.

    'EM DERFETÊN CURECUR DIDIN HEVPEYMANÊN XWE YÊN HERÊMÊ'

    Korgeneral McKenzie li ser piras perwerdeya parastinê ya hêzên HSD/YPGê jî got, "Ev hurgiliyeke ku niha nikarim behsa wê bikim e. Em li herêmê derfetên curecur ên perwedeyê didin hevpeymanên xwe. Lê niha nakevim vê mijarê. Hîn zû ye."

    'BI TI AWAYÎ BEŞDARIYA ME DI ÊRÎŞA BAREGEHA RÛSÎ DE NÎNE'

    McKenzie li ser êrîşa bi NHByan a ser baregeha Hmeymimê jî da xuyakirin, bi teqezî dikarim bibêjim ku bi awayî beşdariya me di êrîşa ser baregeha rûsî ya bi droneyan re nîne.

    Bi heman mijarî:

    Kerîm: Pêwîst e YNK ji bo 16ê Cotmehê komîteyekê ava bike
    Esad spasiya Rûsyayê kir û got: Planên parçekirinê têk çûn
    Gazpromê berhemanîna petrola Bedre ya Iraqê kêm kir
    ‘Pûtîn û Erdogan mijarên sereke yên çareserkirina krîza Sûriyê diyar kirin’
    Pûtîn: Vê raundê Kim Jong-un bi ser ket
    Li navçeya Tuşba ya Wanê erdhejekê rû da
    Etîketan:
    HSD, YPG, Rûsya, Amerîka, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de