21:22 18 Sibat 2018
Zindî
    Berdevka Wezareta Derve ya Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê(DYA) Heather Naurt

    Amerîka: Em bi serdana partiyên kurdî kêfxweş in

    © AFP 2018/ Mandel Ngan
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 10

    Berdevka Wezareta Derve ya Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê(DYA) Heather Nauertê ragihand ku bi serdana partiyên dijber ên Hikûmeta Kurdistanê kêfxweş bûne.

    Nauertê li ser pirsyarekê derbarê serdana partiyên kurdistanî yê dijber de wiha axivî: "Ez kêfxweş bûm gava min îro sibê wêneyek di Twitterê de dît ku hinek kesayetên kurd û yên hikûmeta navendî ya Iraqê rûnitşine û li gel hev diaxivin. Dizanî ev çi îsbat dike? Ev îsbat dike ku pêwîstiya Hikûmeta Iraqi qet bi Hikûmeta Dewletên Yekbûyî(Ya Amerîkayê) tine da ku bi destê hev bigirin. Wan xwe bi xwe ev kir û bi rastî jî em kêfxweş in ku van gotûbêjan dest pê kiriye. Îca ev tiştê yekem e. Tenê dixwazim balê bikişînim ser vê: Ew diaxivin. Baş e? Teqez ev serkeftinek e û em kêfxweş in ku em vî dibînin."

    Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê diyar kir ku helwesta wan wek berê ye û wiha pê de çû: "Em hîn jî bangî hevalên xwe yên li Bexda û Hewlerê dikin ku diyalogê derbarê van babetan de dewam bikin heta ku li gorî qanûna Iraqê di keşeyên heyî de bigihêjin lihevkirinekê."

    Li ser pirsa bê gelo Ebadî bi civîna xwe ya li gel hinek partiyên kurdî yên dijber hewl dide kurdan perçe bike yan na, Nauertê got: "Hinek ji van wek polîtîkayên navxweyî ne.

    Bi heman mijarî:

    Hikûmet û parlamentoya Kurdistanê ji bo dîroka hilbijartinê dicive
    Yekgirtûya Îslamî şertên xwe pêşkeşî hikûmeta Kurdistanê kir
    Îsal ji bo hec û umreyê ji Herêma Kurdistanê kes neçûye Erebistana Siûdî
    Talebanî 4 burokratên Kurdistanê ji kar dûr xistin
    Etîketan:
    Heather Naurt, DYA, Bexda, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de