08:49 22 Hezîran 2018
Pakistan Dışişleri Bakanı Khawaja Asıf

Pakistan: Amerîka, bi devê Hindistanê diaxive

© AP Photo / Anjum Naveed
Amerîka
Lînkê kurt
0 0 0

Wezîrê Karên Derve yê Pakistanê Xoce Muhamed Asif, derbarê daxuyaniya Serokê Amerîkayê Donald Trump ya ku di 1ê Çile de dabû û Pakistan hedef girtibû de got: "Amerîka bi devê Hindistanê diaxive."

Li gor nûçeyên çapemeniye xwecihî, Asif, derbarê rakeşiya di navbera wan û Amerîkayê de agahî dane nûnerên partiyan.
Asif da zanîn ku Pakistan dixwaze rakeşiya bi Amerîkayê re tê jiyîn bi rêya diyalogê çareser bike, lê divê tu kes sebra ku welatê wî nîşan dide jî wekî lawaziyê nebîne.
Asif destnîşan kir ku Amerîka ji ber têkçûna xwe ya li Afganistanê hewl dide ku Pakistanê sûcdar bike û got: "Amerîka bi devê Hindistan diaxive."

RAKÊŞIYA PAKISTAN Û AMERÎKA

Trump di 1ê Çile de li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsandibû ku; "Amerîka di 15 salên dawî de 33 milyar dolar alîkarî daye Pakistan û got: "Lê wan ji bilî ku bifikirin ku serokên me ehmeq in û ji bilî hîle û derewan tiştek nedane me. Êdî bes e."

Bi demeke kurt piştî vê daxuyaniyê birêveberiya Washingtonê, biryar dabû ku alîkariya leşkerî ya 225 milyon dolarî ku plan dikir bide Paakistanê betal kiribû.
Wezîrê Karên Derve yê Pakistanê Muhamed Asif jî ragihandibû ku sucdarkirinên Trump bêbingeh in û gotibû: "Em ê îtîbara welatê xwe hîn bêtir nekin mijara bazariyê" û bertek nîşanî daxuyaniyên Trump dabû.

Birêveberiya Trump doh, biryar girt ku alîkariya leşkerî ya ji 900 milyon dolarî zêdetir ‘heya ku Pakistan li hember Talîbana Efxan û koma Hakanî gavan navêje dê neşîne.'

Bi heman mijarî:

Li sînorê Pakistan û Hindistanê şer: Kuştî û birîndar hene
Pakistan dibe navbeynkarê krîza Qeterê
Hindistan û Pakistan dibin endamên RHŞyê
63 penaberên Burma, Pakistan û afganî hatin desteserkirin
Pakistan hêzeke xwe leşkerî li sînorê Afganistanê bi cih dike
Gelo Îsraîlê Pakistan bi êrişa nûkleerî tehdîd kir?
Pakistan, hemû fîlm û rêzefîlmên Hindê qedexe kir
Etîketan:
Rakêşî, Amerîka, Pakîstan, Xoce Muhamed Asif, Pakistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de