15:27 22 Sibat 2018
Zindî
    Îran - Xwepêşandan

    Bi daxwaza DYAyê civîna Îranê

    © REUTERS/ EDDIE KEOGH
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Neteweyên Yekbûyî ji bo bûyerên li Îranê didiomin, bi daxwaza DYayê wê civînekê li dar bixe.

    Nikki Haley
    © REUTERS/ Samantha Sais/File
    Li gor nûçeya CNNê hat ragihandin ku DYAyê dixwaze protestoyên li Îranê didomin di civînê de bîne rojevê, lê Rûsyaya ku tevgerên DYAyê wek mûdaxeleyî karên navxweyî yê Îranê dinirxîne, bi daxwaza, mijar bila bi dengdayinê ve bê rojevê, serî li konseyê da.

    ÎRAN, LI DYAyê GILÎ KIR

    Her wiha ji bo ku rûdanên li Îranê di civînê de bên rojevê, ji 15 endamên konseyê, pêwiste dengên 9 endaman erênî be. Nûnenerê daîmî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê DYAyê Nikki Haley anî bû ziman ku, ji bo protesto û bûyerên tund yên li Îranê didomin, bi daxwaza civînekê emê bangî Neteweyên Yekbûyî bikin.Serokê DYAyê Donalt Trump jî gotibû, gele îranê dixwazin, hikûmeta wan ya dejenere bûye, paş de bistînin. Bi hinceta ku DYAyê mudaxeleyî karê navxweyî yê Îranê dibe, dewleta Îranê ji NY re giliyê xwe kir. Bûyerên li Îranê di 28ê Berfenbara 2017an de, bi sedemên ku li welêt bêkarî û bêrêtî zêde bû ye dest pê kiribûn. Carcaran Protesto li dijî rejîmê jî hatin kirin. Di bûyerên li giştiyê welêt de ji 20 kesan zêdetir mirov jiyana xwe winda kiribûn, ji hezarî jî zêdetir xwepêşandan hatibûn binçavkirin.

     

    Bi heman mijarî:

    Îran hejmara pasdaran li sê bajaran zêde kir
    PDKÎ: Îran hejmara kuştî, girtî û birîndaran rast eşkere nake
    Îmarat: Îran dimîne, lê rejim dê biguhere
    'Îran dixwaze têkiliyên xwe bi Kurdistanê re asayî bike lê bi şertekî'
    Rûsya, Îran û Tirkiye li ser avakirina komîteyeke nû li hev kirin
    Etîketan:
    Protesto, Îran, DYA
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de