02:58 20 Hezîran 2018
Berf û bahoz

Berf û bahoz jiyan rawestand: Rewşa Awarte hat ragihandin

© REUTERS / Darren Ornitz
Amerîka
Lînkê kurt
0 0 0

Ji ber bahoz û berfê li eyaleta New York û bakurê rojhilatê Amerîkayê Rewşa Awarte hat ragihandin. 3 hezar firînên balafiran hatin betalkirin.

https://www.youtube.com/watch?v=Yp8GI8laBCw
© Foto : Moskva city news agency
Bahoz û barîna berfê li eyaleta New York û bakurê rojhilatê Amerîkayê jiyan rawestand. Waliyê New York ê Andrew Cuomo ber qeşa û barîna berfê li eyaletê Rewşa Awarte ragihand. Li eyalete dibistan, saziyên fermî yên dewletê hatin girtin û hişyariya ku ne ji mecburî be dernekevin derve hat kirin.

Ji ber berf û bahoza dijwar li herêma bakurê rojava bi hezaran hemwelatî bêelektrîk man. Heta niha ji ber rewşa hewaye zêdetirî 30 firînên balafiran hatin rawestandin. Li Balafirxaneya JFK a New Yorkê firîn bi temamî sekinîn.

Li gor agahiyan li seranserê Amerîkayê ji ber hewaya sar û bahoza dijwar din ava hefteyekê de 17 kesan jiyana xwe ji dest da.

Bi heman mijarî:

Hewa diguhere û dê berf li Stenbolê bibare
Pîleya germê dikeve, li Stenbolê berf dibare
Li Qersê berf barî
Di meha Gulanê de berf barî
Li bajarên Kurdan berf bariya
Etîketan:
Li New yorkê barîna berfê jiyan rawestand, Waliyê New York, Andrew Cuomo, New York, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de